Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG’ê bîlançoya şerê mehekê eşkere kir

 

HPG’Ê BÎLANÇOYA ŞERÊ MEHEKÊ EŞKERE KIR
“GERÎLA BI PERFORMANSA ŞER, GERÎLATIYA DEMA NÛ ENCAMÊ BI DEST DIXE”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê mehekê yê li Avaşîn, Zap, Metîna û êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku têkoşîna azadiyê ya gerîla dike, ev 6 salên dawî bê navber didome û wiha hat gotin:

Ev şer şeva 23’yê Nîsanê bi êrişa dagirkeriya Tirk derbasî qonaxeke nû bû.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di pêvajoya mehekê de berxwedaneke destanî kir.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ew bû, ku gelek deverên Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Ev pîlana wê bi berxwedana Zendûra, Cîloyê Biçûk, Mervanos û Mamreşo teqinî.

Bi saya şehîdên me yên leheng, dijmin weke ku dixwest nekarî bipêşkeve.

Li deverên ku dagir kirine jî nekarî kontrola xwe saz bike.

Li van deran timî bû hedefa çalakiyên hêzên me.

Bi vê yekê hat fêmkirin, ku dewleta Tirk li hemberî asta gerîlatiya dema nû, performansa şer û taktîkên dewlemend ên hêzên me nikare pîlanên xwe bi ser bixe.

Pêvajoya şer a mehekê bi xwe re gelek encamên girîng jî derxistin holê.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat destnîşankirin, ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Amedê heta Amanosan, ji Botanê heta Serhed û Dersimê jî li dijî dagirkeriya Tirk di nava berxwedaneke berfireh de ne.

Sekna fedayî ya Apoyî, ku şehîdên me yên leheng nîşan didin, moral û hêzê dide tevahiya gelê Kurd, ciwan û jinan.

Helwesta neteweyî, çalakiyên bi ruhê serhildanê yên ciwanên Kurd û gelê me li dar dixin, wê berxwedana Hêzên Parastina Gel bi ser bixin.

Ev berxwedanên dîrokî ku li çiyayên Kuridstanê tên bi pêşxistin, bi temamî berhema şehîdên me yên leheng in.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê de çalakiyên bi rêbazên cûda yên nûkirî hatin bibîrxistin û bi taybetî jî çalakbûna Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hat destnîşankirin.

HPG’ê di vî warî de çalakiyên li dijî Fermandariya Sînor a Şirnexê, Balafirgeha Şer a Amedê, navenda koordînekirina balafirên bêmirov û biçek a li Batmanê bi bîr xistin.

Hêzên Şehîd Delal performanseke girîng di nava pêvajoya şerê mehekê de nîşan dan.

Dewleta Tirk hewl da bi derewan encamên van çalakiyan veşêre.

Dîsa jî ji neçarî ev baregehên xwe girtin.

Ev çalakiyên Hêzên me yên Şehîd Delal bi teknîkên nû yên encamgir pêk hatin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv