HIZBA KOMUNÎST YA IRAQÊ
DIVÊ TIRKIYÊ ÊRIŞAN RAWESTÎNE Û HÊZÊN XWE JI IRAQÊ DERXÎNE
Hizba Komunîst ya Iraqê têkildarî êrişên artêşa Tirk, daxuyaniyek weşand..
Di daxuyaniyê de bang li hukûmeta navendî ya Bexda û rêveberiya Başûrê Kurdistanê hat kirin da ku li dijî êrişan derkevin..
Hizba Komunîst ragihand artêşa Tirk eşkere serweriya Iraqê binpêdike û dibe sedema metirsiya li ser jiyana welatiyan..
Di daxuyaniyê de bêdengiya Bexda û Hewlêrê weke sedema zêdebûna êrişan hat binavkirin..