DOZA ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ
ZÊDETIRÎ 20 SAL CEZA LI RÊVEBERÊN ROJNAMEYÊ HATE BIRÎN
Rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê li Stenbolê pêk hat.
Eren Keskîn û mudurê karên nivîskî Îlhan Kizilkaya jî di danişînê de amade bûn.
Dozgeriya Tirk bi îdîaya “xerakirina yekitiya dewletê, endamtî û propagandaya rêxistinê, kirine” daxwaza cezayên giran kir..
Eren Keskîn û Îlhan Kizilkaya di parastinê de bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û betalkirina dozê xwestin.
Lê belê heyeta dadagehê li Eren Keskîn, Kemal Sancili û Îlhan Kizilkaya re cûda cûda 6 sal û 3 meh, li Zana Kaya jî salek û 13 meh ceza birîn.