LI HEWLÊRÊ ÊRIŞA BI MOŞEKAN
MOŞEK LI NÊZÎ BALAFIRGEHA HEWLÊRÊ KETIN
Doh êvarê li dijî paytexta herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, êrişa bi moşekan pêk hat…
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di hedefa êrişan de balafirgeha Hewlêrê û herêma derdora sefaretxaneya Amerîkayê hebûn..
Çavkaniyên ji Hewlêrê diyar kirin ku 8 mûşek li taxa Wezîran, Naz City, cadeya 40 metrî, balafirgeh û Enkawayê ketine.
Her çendî heta niha ti alî berpirsiyariya êrişê negirtibe serxwe jî lê rayedarên ewlekariyê yên herêmê dikar kirin ku moşek ji aliyê hêzên Haşdî Şabî ve hatin avêtin..
Têkildarî bûyerê, Koalîsyona Navneteweyî agahî parve kirin..
Berdevkê koalîsyonê Wayn Marotto eşkere kir ku ji ber êrişê kesek jiyana xwe ji dest daye û 6 jî birîndar bûne..
Li gorî daxuyaniyê, di nava birîndaran de welatiyeke Amerîkî jî heye..