Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Wê rojê wijdanê mirovahiyê hejiya 16.02.2021

 

WÊ ROJÊ WIJDANÊ MIROVAHIYÊ HEJIYA
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di dîroka civakan de hinek roj hene ti carî nayên jibîrkirin. Ew roj dikarin rojên xweş bin, yan jî dibe ku rojên reş bin. Dema mirov li dîroka Kurdan dinihêre, rojên wan ên xweş gelek kêm in. Heger hebin jî bi ked û berdêlan hatine bi dest xistin.

Komploya ku ji aliyê 14 welatan ve hat birêvebirin di 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi encam bû. Wê rojê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve dîl hat girtin û ew radestî dewleta Tirk hate kirin. Plan û hesab gelek hûr û kûr bûn. Wê bi dîlgirtina Rêberê Ocalan, têkoşîna 40 salan bihata tesfiyekirin. Li ser navê Kurd û Kurdistanê wê tiştek nehata hiştin.

Lê Rêber Abdullah Ocalan bi pêşbîniyeke kûr di kêliyên destpêkê ên vê komploya bêbext de hesap û pîlanên komplogeran ser û binî hev kirin. Ew ne li bendê bûn ku Rêber Ocalan wê ji binî ve rengê têkoşîna azadiyê biguhere. Bi sekna Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana li dora vê sekne, komplo ji roja destpêkê ve hat pûçkirin. Ve helwêstê hêrsa komplogeran gelekî rakir.

Ji lewma, vê komployê bi rê û rêbazên cûr be cûr li dijî vîna gelan dewam kir û hîn jî didome. Êrişa li dijî Herêma Garê peymana li dijî Şengalê û gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewama vê komploya navdewletî ye. Komplogeran sond xwariye ku Kurdan bê statu bihêlin, wan tine bikin. Kurdan jî sond xwariye bi ser kevin û azad bibin. Çawa Kurdan roja 15’ê Sibata 1999’an wijdanê mirovahiyê hejand û veguherand roja tolhildanê, bi dûrişma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pûç kir. Ew ê van êrişan jî bi têkoşînê pûç bikin û bi ser kevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv