Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: 3 şer û 3 komployên navneteweyi 16.02.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
3 ŞER Û 3 KOMPLOYÊN NAVNETEWÎ

Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de rojên zor û zahmet li pêş Komara Tirkiyê bûn. Li navendên Ewrûpa axa wan dihat dabeşkirin, lê ew vedigeriyan êrişî gelên Anatolyayê dikirin. Ketibûn nav hewldanan ku li gorî nasnameya ‘Tirk û Sunnî’ li ser bingeha netew-dewletê komarek ava bikin. Wisa kirin. Li ser vî esasî Ermen, Rûm, Asûr û Siryan tune kirin. …Anîn wê astê ku ev gel nikarin ji bo xwe tiştekî bixwazin.

Lê ji bo Kurdan li benda dawiya şer sekinîn. Şer bi dawî bû, vegeriyan êrişî Kurdan kirin. Dixwestin Kurdan jî tune bikin û bigihîjin armanca xwe ya nîjadperest.

Serhiladanên Kurdan hebûn, lê bi komkujiyên mezin û hovane bersiv dan van serhildanan. Bi Şêx Seîd re komploya li dijî Kurdan destpêkir û bi vî awayî jî pêvajoya şerê yekem bi encam bû.

Heta dema şerê cîhanê yê duyem li Kurdistanê bêdengî hebû. Di pêvajoya şer de, li Rojhelat “Komara Kurdistan” hatibû avakirin. Komploya navnetewî ket dewrê û bi tenê destûra 11 mehan dan vê komarê. Piştî şer, berjewendiyên dewletan bi peymanan dihatin mîsogerkirin û parastin. Lê Kurdistan jî dikirin qûrbana van peymanan.

Dema ku şerê cîhanê yê sêyem destpêkir wan dewletên dagirker dîtin ku wê wisa bi hêsan nebe. Dîtin bi navê PKK’ê tevgerek û bi navê Abdullah Ocalan rêberek wan heye. Li benda dawiya şer nesekinîn û di destpêka şer de, wan jî komplo dan destpêkirin.

Di 2003’yan de hatin Iraqê-Rojhilata Navîn, PKK jî li rojhilata navîn bû. Bi derengî ketibûn. Dema ku careke din şer destpêkir, fikir û ramanên Ocalan li ser wê axê êdî belav bûbû.

Dema 2011’an şerê cîhanê yê sêyem destpêkir, bi navê “Bihara Gelan” derbasî merhaleyek nû bûn, li aliyek jî amadekariya şerê Sûrî dikirin. Dixwestin di vî şerê Sûrî de Kurdan tune bikin. Kurdan bi şoreşa Rojava bersiv dan. Bi navê DAÎŞ rêxistinek avakirin û veguhastin Kurdistan. Şervanên ku li ser singê wan rozetên Ocalan hebûn, ew çeteyên hov ji ser wê xakê paqijkirin.

Di Sibata 2021’ê de dewleta Tirk ji dewletên komploger dixwest, li Başûrê Kurdistan, li Garê jî, wek Efrînê û Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê pêk bîne. Destûr danê. Lê li vê derê gerîllayên ku soz dane Rêber Apo li hemberî wan bûn mertal. Şer gihîşt merhaleyeke ku ji bo reva xwe wext nedîtin. Ev destûrên ku dan dewleta Tirk hemû efektên dewamkirina komployê bûn.

Lê dîsa jî bi derengî ketibûn. Ev car jî fikir û ramanên Ocalan, ji sînorê Rojhilata Navîn derbas kir û li cîhanê belav bûbû.
Îroj li her deverê cîhanê ji bo azadiya Ocalan têkoşînek tê dayîn. Êdî li welatên komplogeran, gel li ber deriyên avahiyên parlementoyê wan, bi yek dengî diqîrin û dibêjin; “Dem dema azadiya Ocalan e!”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv