Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Taştekîn: Garê; Li şêna mizginiyê… 16.02.2021

 

FEHÎM TAŞTEKÎN-DUVAR
GARÊ: LI ŞÊNA MIZGÎNIYÊ…..

8’ê Sibatê serok-komar Tayyip Erdogan bi van gotinan soza mizgîniyekê da:
Roja Çareşmê di banga ji bo netewê de, ezê gelek tiştên xweş pêşkêşî we bikim. Hêvîdarim ku hun li min temaşe bikin.

10’ê Sibatê Roja mizgîniyê

Saet li 2:55’an bi tevlîbûna 41 balafira şer, tevgera “Pençe Kartal-2” li dijî Garê destpêkir.

Piştî 2 saetan helîkopteran esker li herêmê danîn û bi vî awayî tevgera bejahî destpêkir.

Ji vê tevgerê 2 tişt dihatin armanckirin;

Xelaskirina esker, polîs û endamên îstîxbaratê yên di destên PKK’ê de.

Ya din jî plana girtina lîderên PKK’ê Duran Kalkan û Murat Karayilan bû.

Mizgîniya Erdogan behsa wê dikir, ev bû.

Ji aliyê siyasî ve ev gavên wiha girîng in! Wê desthilatdarî ji vê rewşa zehmet rizgar bikrana. Lê Erdogan roja Çarşemê mizgînî neda. Li şûna wê nûçeya mirina mirovan hat parvekirin.

Wezîrê Parastinê Hulûsî Akar, 14 Sibatê encam ragihand.

“Me 50 terorîs kuştin, darbên mezin li wan hatin xistin û herêm ket bin kontrlê. 13 cenazeyên welatiyên me li şikeftê hatin dîtin. Operasyon bi encam bû.

Akar ev encam weke serkeftin binav kir.

Ser-erkanê artêşê Yaşar Guler jî heman gotin bikar anîn.

***
Çawa dibe ku navê rizgarkirinê li vê tevgerê dikin?

41 balafiran şev û roja herêm dane ber bombeyan. Ma di rewşeke wiha de kî dikare sax ji vê yekê xelas bibe?
Eger muxalefet bi rastî jî mîna navê xwe tevbigeriyana wê ev pirs bikrana:

Serkeftin li kê dera vê tevgerê ye?

Ji xwe her çi kesê ku mafê wî yê destnedanê tinebe, beramberê her pirsa bike, êriş, tûndî û girtin dibe para wî. Ji xwe piştî gefan vê yekê hemen destpêkir.

11’ê Sibatê HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku kampa polîs û eskerên dîl lê dimînin hatiye bombekirin. HPG’ê bang li malbatên van kesan kir da ku li dijî operasyonê rawestin.

Ji xwe beriya niha esker û polîsên dîl nameyên wiha şandibûn:

Eger AKP bixwaze, em ê werin berdan.

Ev yek bi ti awayî nehate kirin. Malbatan bi dehê caran bang li hukûmetê kirin. Gelek caran li gel koma HDP’ê hevdîtin pêk anîn. Lê hukûmet nexwest dengê wan bibhîze û bi gotina “Em ê terorîstan muxateb negirtin” rewşa kesên dîl paş guh kir.

Tişta bi êş ew e ku îro ti mekanîzmaya ku zextê li desthilatdariyê bike, tine ye. Her kesê dengê xwe bilind kir jî weke terorîst hate binavkirin.

Guler û Akar vê tevgera xwe weke serkeftineke mezin binav dikin. Başe madem li gorî wan herêm hate kontrolkirin, wê demê çima eskerên xwe paşde kişandin? Eger bi rastî jî tevgereke serkeftî be, wê esker li wir bihatana bicihkirin.

Eşkere bû ku armanca wan ji vê tevgerê ne tenê rizgarkirina kesên dîl bû, armanca hebûneke mayînde bû.

Diyar e ku wê ser vê meselê de jî bigrin. Mîna Roboskî.

Niha dixwazin vê têkçûnê bi zextên siyasî veşêrin. Ji xwe dengê wiha jî bilind bûn:

Îro mîlad e. Bila HDP were girtin.

Bi vî awayî dixwazin qirkirina xwe a siyasî temam bikin.

Divê were zanîn ku Garê ne ewqas hêsan e. Bi sorkirina aliyên siyasî, artêşê berê xwe da wir.

Encam;

Sifir

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv