Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hikûmeta alman saziya kontra ÎHH a Erdogan xwedî dike 29.01.2021

 

ŞÎRIKATIYA MERKEL Û ERDOGAN
HIKÛMETA ALMAN SAZIYA KONTRA ÎHH’A ERDOGAN XWEDÎ DIKE

Hikûmeta şansolyela Almanyayê Angela Merkel şirîkê sûcên rejîma tirk e.

Şansolyeya Alman Merkel ji bo Erdogan cihê xwe û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî xweş bike destekê didê.

Nivîskarê rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê Ferda Çetîn jî hefteya borî bi sernavê “Malên brîket ên Merkel ên li Sûriyê” nûçe-analîzek der barê vê mijarê de nivîsî bû.

Ferda Çetîn diyar kiribû ku li Idlibê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, 50 hezar malên brîket tên çêkirin.

Li gorî lêkolîna ANF’ê jî, ji bo van malên ku Almanya fînansoriya wê dike, aqûbeta pereyên hatine şandin heta niha ji aliyê meqamên aman ve nehatiye lêkolîn.

Medya AKP’ê ev demeke propagandaya van malên ji bo çeteyan dike.

Projeya malên brîket di 24’ê Çileya 2020’î de di dema serdana Şansolyeya alman Angela Merkel a li Stenbolê de biryara wû hatibû dayin.

Merkel piştî hevdîtina wê rojê diyar kir ku di çarçoveya mutabaqata Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyê re li ser penaberan amade kiriye, cudatir wê alîkariya madî bê kirin.

Erdogan jî piştî Merkel axivî û bi heman gotinan îdîa kiribû ku pirsgirêka penaberên Idlibî bi konan çareser nabe û wan bi Heyva Sor a Tirk û AFAD’ê re gav avêtine ku ji bo destpêkê 10 hezar malên brîket bên çêkirin.

Îcar rojek beriya vê civînê saziya kontra ya rejîma tirk a faşîst Weqfa Alîkariya Însanî ÎHH’ê daxuyand ku wê li Idlibê 10 hezar malên brîket lêke.

Piştî hevdîtina Merkel û Erdogan hikûmeta alman ji bo vê şirîkatiya qirêjî bi milyonan ewro pere da Erdogan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv