Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Newroz Uysal: CPT cesaretê dide Erdogan ku tecrîdê dirêj bike 29.01.2021

 

CPT TECRÎDA LI ÎMRALIYE JI NEDÎTINÊ VE HAT
PARÊZER NEWROZ UYSAL: CPT CESARETÊ DIDE ERDOGAN KU TECRÎDÊ DIRÊJ BIKE

Heyeta CPT’ê, di navbera 11 û 25’ê Çileyê de serdana Tirkiyê kir.

Di dema serdanê de heyeta CPT, li gel raydarên hikûmetê bi Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê re hevdîtin pêk anîn.

Tevî ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tecrîdek girankirî pêk tê jî heyeta CPT serdana Îmraliyê nekir.

Li ser neçûyina heyeta CPT ya Îmraliyê Parêzera Rêber APO Newroz Uysal, ji ajansa Jinnewsê re axivî.

Newrozê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdanên CPT’ê ya peryodîk û got:

“Şandeya CPT’yê bi rayedarên hikumetê hevdîtin kir lê belê neçû Îmraliyê.

Peywira CPT’yê pêşîgirtina îşkenceyê ye.

Lê em dibînin ku şopandineke têr û tije ya CPT’yê tune ye û bandora wê ya guhertinê tune ye.

Ji bo îşkence bê astengkirin hevdîtina bi rayedaran normal e.

Lê belê tenê hevdîtina bi hukumetê re nîşanî me dide ku bi helwesteke cidî CPT nêz nabe.

Ev helwest di heman demê de cesaretê dide hukumetê ku tecrîdê dirêj bike.

Hevdîtina yekalî nayê wateya ew ê tecrîd bi dawî bibe.”

Newroz Uysal bal kişand ser hevdîtina CPT’yê ya bi rayedarên hukumetê û wiha got:

“Pêşîgirtina îşkenceyê hem peywira CPT hem jî ya dewletên endamên Konseya Ewropayê ne.

Li ser raporên komîteyê li Meclîsa Konseya Ewropayê jî hevdîtin çêdibe.

Tevî vê raporê tecrîd bi dawî nebû. Ne tenê Tirkiye dewletên endamên Konseya Ewropayê hemû berpirs in.

Newroz Uysal da zanîn ku ew têkildarî rewşa li Îmraliyê CPT’yê her dem agahdar dikin û wiha got:

Em herî kêm ji 3 meha carekê raporê ji CPT’yê re dişînin.

Em rû bi rû jî hevdîtina dikin û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang dikin.

Me herî dawî di 27’ê Nîsana 2020’î de bi Birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din re hevdîtin kir û piştre ev yek pêk nehat.

Me ev jî bi CPT’yê re parve kir. Em ê di rojên pêş de jî têkildarî geşedanên hiqûqî û sedema serdana CPT’yê de raporekê bi CPT’yê re parve bikin.”

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv