GEFÊN DEWLETA TIRK
LI SER XETA SÎNOR LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ
Piştî fermandarên şerê taybet ên tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler serdana Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin û şûn ve, gef û tehdîtên dewleta Tirk a dagirker, li ser Şengal û bajarê Dêrikê, dest pê kir.
Liv û tevgereke diyar a artêşa Tirk, Rûsya û PDK’ê li ser sînorê diyar dibe.
Gundewarên herêma Beravê ya bajarê Dêrikê ji destpêka şoreşa Rojava dibin tehdîda dewleta tirk deye.
Bi dehan şêniyên ji bo cotkirina erdê xwe nêzî sînor bûn, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên kuştin.
Niha jî dewleta tirk dixwaze bi van gef û guran ve dixwaze tirsiyê têxe nav şêniyê herêmê.
Li ser liv û tevgera leşkerî ya li herêmê pêş dikeve hevseroka Komîna Eyndîwerê Eyşe Hesen da diyarkirin ku ew li ser xaka xwe ne.
Dîsa şêniyê gundê Eyndîwera Dêrikê diyar dikin ku li herêma wan piştî şoreşê aramî serwer e û pêwîstiya wan bi tu hêz an jî rêveberiyeke din tune ye.