HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ:
HÊZÊN ME JI 19 HETA 24’Ê HEZÎRANÊ GELEK ÇALAKÎ LI DAR XISTIN
Şervanan li navenda Efrînê û deverên din ên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve dagirkirî, çalakiyên xwe zêde kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ji 19 heta 24’ê Hezîranê bi çalakiyên cuda li dagirkeran dan û encamên wan eşkere kirin.
19’ê Hêzîranê şervanan li Marê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.
Di encamê de wesaîteke kar hat îmhakirin.
Herwiha eskerek û personelekî artêşa dagirker hatin kuştin.
20’ê Hêzîranê jî li Marê komek çeteyên dewleta Tirk di hedefa şervanan de bûn.
Li vê derê jî wesaîtek hat îmhakirin..
Lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.
HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ:
DI ÇALAKIYAN DE 7 DAGIRKER HATIN KUŞTIN Û 3 WESAÎT HATIN ÎMHAKIRIN
Heman rojê yekîneyeke hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Omer Simo yê Şera li çeteyên koma bi navê Asif el-Şîmal dan.
Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek brîndar bû.
Her wiha baregeh û wesaîteke çeteyan jî hatin îmhakirin.
Roja 24’ê Hezîranê jî şervanan li gunde Kefr Xoşer a ser bi navçeya Ezazê çalakiyek kir.
Li vir jî 2 çete û eskerekî Tirk hatin kuştin, 2 eskerên Tirk jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyên HRE ji 19 heta 24’ê Hezîranûê bi giştî di çalakiyên şervanên Efrînê de 7 dagirker hatine kuştin.