LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BANGA YEKÎTIYÊ TÊ KIRIN
Ji 23’yê Nîsanê û vir ve li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta tirk a dagirker dewam dikin.
Li dijî van êrişan li Başûrê Kurdistanê her ku diçe dengê nerazibûnê bilindtir dibe.
Endamê Serkirdayetiya Hizba Bizotnewey Demokrata Gelê Kurdistan Xelî Mehmûd li ser êrişkariya dewleta tirk ji Rojnewsê re axifî.
Xelî Mehmûd diyar kir ku ew bi her awayî li dijî şerê Kurd bi Kurd in
Di dewama axaftina xwe de Xelî Mehmûd ev bang kir.
Pêşmergeyên berê yê PDK’ê Hesen Yûsif Mele Hisên, ji ber sewqiyata leşkerî rexne li PDK’ê girt.
Hesen Yûsiv xwest pêşmerge jî li dijî dagirkeriyê bisekinin.
ENDAMÊ LIJNEYA ASAYIŞA IRAQÊ BEDIR ZIYADÎ:
“DEWLETA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 70 BAREGEH AVA KIRINE”
Ji aliyê din Endamê Lijneya Asayîşa Iraqê Bedir Ziyadî têkildarê planên Tirkiyeyê li parlamentoya Iraqê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Bedir Ziyadî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser baregehên artêş atirk ên li Başûrê Kurdistanê û got:
“Li gorî rapora me ya dawî 70 baregehên leşkerî û nuqteyên çavdêrî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene.
Tê plankirin ku 20 hezar esker li wan baregehan bi cih bike.”