JI CIVÎNA YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ DURÛTÎ DERKET
REJÎMA ERDOGAN HEM REXNE KIRIN, HEM DESTEK DANÊ
27 welatên Yekitiya Ewropayê di civîna ya xwe ya li Bruskselê de gelek mijarên navxweyî û cihanî nîqaş kirin.
Di encamnameya civînê de hin xalên ku dewleta tirk eleqeder dikin, weke durûtî derketin pêş.
Rejima Erdogan di mijara mafên mirovan de hat rexne kirin, lê di mijara penaberiyê de jî bi pereyan hat xelat kirin.
Di beşa derheqê Tirkiyê de wiha tê gotin:
“Li Tirkiyê artiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan û xebatên çapemeniyê tên asteng kirin. Ev binpêkirina Mafên mirovan e. Tirkiye divê ji serdestiya huquqê, mafên jinê û demokrasiyê re rêzê bigire. Ev nirxên bingehîn bûne perçeyeke girîng yên tekîliya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê.”
Serokên Ewropî derheqê Qibrîsê de, projeya Tirkiyê ya 2 dewletî red kirin û li ser esasê wekheviya du civakan, sistema Federasyonê pêşniyaz kirin.
Mijareke din ku hat rojevê siyaseta şerxwaz a Tirkiyê bû ku welatên heremê xistine nava şer û felaketê.
Serokên Ewropî bang li Konseya ewropa, Tirkiye ê hêzên cihanî yên li heremê kirin ku ji bo çareseriya kirêzên heremî bi hev re kar bikin.
Komisyona Ewropayê pêşniyaz kir ku ji bo alikariya penaberan bi qasî 5.7 milyar Euro alikarî bide Tirkiye, Lubnan û Urdunê. Ji vê wê 3,5 milyar euro bibe para Tirkiyê.