Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên rejjîma Sûrî ji rûspiyên êla Benî Seba, Hayis El Ciryan kuşt

 

LI QAMIŞLO PROVOKASYONÊN RÊJÎMA SÛRÎ
JI RÛSIPIYÊN ÊLA BENÎ SEBA, HAYÎS EL CIRYAN HATE KUŞTIN

Piştî ku hêzên girêdayî rêjîma Sûrî Dîfa El Wetenî li bajarê Qamişlo êrişî bendên hêzên ewlekariya hundirîn kirin, şer derket..

Pêxwasên rêjîmê di vî şerî de herî zêde zerar dan xelkê sivîl..

Ji bo pêşî li vê tevgera provokatîf were girtin, hejmareke zêde kes ji êlên pêkhateya Ereb ketine nava hewldanan..

Yek ji wan kesên ku cihê xwe di nava komîteya lihevhatinê de digirt, rêveber û rûsipiyê êla Benî Seba Hayîs El Ciryan bû..

El-Ciriyan ê welatparêz gelek girîngî dida projeya netewa demokratîk.

Her wiha bi alîgiriya xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya gelan dihate naskirin.

Ji ber vê seknê, gelek zarokên wî di nava QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cihê xwe digrin.

Hayîs El Ciryan tevî endamên komîteya lihevhatinê piştî civîna bi çeteyên Dîfaa El-Wetenî re, bû hedefa reşkujiyekê.

El Ciryan dema ji civînê vedigeriya pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî bû armanca êrişeke çekdarî.

Dever êriş lê pêk hatiye di bin kontrola çeteyên Dîfaa El-Wetenî de bû.

Hayîs El Ciryan ê ku giran birîndar bû, li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî vê sibê jiyana xwe ji dest da..

Ji bo Hayîs El Ciryan li bajarê Qamişlo merasimek hat lidarxistin.

Di merasimê de welatiyê Ereb ê bi navê Amîr Al Xemerî ji televîzyona me re axivî û got.

Armanca bavê Lorans sekinandina xwînê bû.

Em çûn civînê ji bo şer wawestînin.

Lê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ew kirin hedef û şehîd xistin.

Bi van êrişan dixwazin aramiya di nava gelên herêmê xira bikin..

Piştî merasimê enazeyê rûsipiyê Êla Benî Seba, Hayîs El Ciryan birin gundê Şêrmûx ê Tilhemisê û li wir hat veşatin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv