LI QAMIŞLO ÊRIŞÊN ÇETEYÊN DÎFAA EL WETENÎ
HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN XELKÊ SIVÎL JI ÊRIŞÊN ÇETEYAN DIPARÊZIN
Şeva 20’ê Nîsanê çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî rêjîma Sûrî ne, li taxa Tey a bajarê Qamişlo êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin..
Di vê êrişê de endamek hêzên parastinê şehîd bû û ev 4 roj in bê navberê şerê li derdora taxê dewam dike.
Hêzên ewlekariya hundirîn û Hêzên Antî Terorê-HAT di çarçoveya parastina xelkê sivîl de bersivê didin êrişên çeteyên Dîfa El Wetenî..
Di encama navbênkariya hin derdoran de, agirbest hat ragihandin, lê çeteyên girêdayî rêjîmê ev yek bin pêkirin û xwestin êrişan bidomînin..
Di van êrişan de malên xelkê sivîl jî bûne hedef.
Zarokî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîdar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin.
Li hemberî vê êrişkariyê hêzên ewlekariya hundirîn bi tûndî bersiv dan…
Li gorî agahiyên ji herêma şer hatine bidestxistin, heta niha 3 bendeke kontrola ya Dîfa El Wetenî ketine destê hêzên ewlekariyê û gelek çete jî hatine kuştin..
Di rewşa heyî de şer li nava taxa Teyî û li derdora Dibistana Hilko ya aliyê başûrê Qamişloyê dewam dike..
Li gorî agahiyan çeteyên Dîfaa El-Wetenî sekvanên xwe li ser avahiyên bilind bi cih kirine û bêserûber derdorê gullebaran dikin..
Hevala me ya Rojnamevan Amara Bawer jî li taxa Teyî li cepha herî pêş bû û rewşa dawî dagihand.