Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bêrîvan Xalid: Êdî wê sînorek ji êrişan re were dayin

 

LI QAMIŞLO ÊRIŞÊN DÎFAA EL WETENÎ
BÊRÎVAN XALID: ÊDÎ WÊ SÎNOREK JI ÊRIŞAN RE WERE DANÎN

Têkildarî rewşê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid ji ajansa Hawarê re axivî.

Bêrîvan Xalid êrişên heman komê yên beriya niha bi bîr xistin û wiha got:

Hikumeta Şamê bi rêya van milîsan dixwaze ewlekariya herêmê û deskeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe.

Wekî din dixwazin bi van êrişan fitnê bixin navbera gelan.

Êdî dema hatiye ku sînorek ji wan êrişan re were danîn.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku êrişa çeteyên Dîfaa El-Wetenî jiyana sîvîlan jî dixe xetereyê.

LI QAMIŞLO ÊRIŞÊN DÎFAA EL WETENÎ
HIKMET HEBÎBÎ: RÊYA ÇARESERIYÊ DERXISTINA VAN KOMAN JI HERÊMÊ YE

Li ser heman mijarê Cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb diyar kir ku êrişên milîsên Dîfaa El-Wetenî li dijî xelkê herêmê û hêza wan a parastinê ne nû ne.

Hebîb anî ziman ku yekane armanca koma êrişkar têkbirina aramiya li herêmê ye û got:

Em bi hêzên xwe bawer in. Ew ê ji bo parastina gelan û bi taybet şêniyên taxa Tey erk û berpirsiyariya xwe bicih bînin.

Tevî encamên giran ên derketine holê jî, hukûmeta Şamê û bi taybet Rûsya, li hemberî êrişan xwe li bêdengiyê datînin.

Di vê pêvajoya girîng de nabe ku xwîna yek welatiyê Sûrî were rijandin.

Li şûna êrişa li dijî hêzên me, pêwist bû van koman berê tivingên xwe bidana hêzên dewleta Tirk a dagirkwer.

Hebîb herî dawî diyar kir ku rêya çareseriyê derxistina van koman ji herêmê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv