OPERASYONÊN LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê
HÊZÊN QSD’Ê LI GUNDEWARÊN HESEKÊ Û DÊREZORÊ 6 ÇETE GIRTIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.
QSD’ê ragihand ku 18’ê Nîsanê hêzên wan bi desteka Koalîsyona Navneteweyî 2 operasyon li dar xistine.
Navendê destnîşan kir ku operasyonek li bajarokê Mergeda ya gundewarê Hesekê.
Ya din jî li bajarokê El-Hewayîc a gundewarê Dêrazorê pêk hat.
Di encamê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Li gorî ragihandina QSD’ê çekên bi çeteyan re jî hatine desteserkirin.