Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Herbert Schmalstieg: Wezareta karê hundur li hemberî nijadperestên tirk bê deng e

 

ŞAREDARÊ BERÊ YÊ HANNOVERÊ SCHMALSTIEG:
WEZARETA KARÊ HUNDUR LI HEMBERÎ NIJADPERESTÊN TIRK BÊ DENG E

Li ser bêdengiya Wezareta Karên Hundir a Almanya li hemberî xebatên komên nijadperest ên Tirk, şaredarê berê yê Hannoverê Herbert Schmalstieg ji ajansa ANF re axivî.

Schmalstieg helwesta hukûmeta Almanya a li dijî komên nijadperst weke bicihanîna daxwazên Erdogan binav kir û wiha got:

‘Wek tê zanîn ji bo qedexeyeke berfireh a li dijî nijadperestên Tirk, par biryara meclisa federal hebû. Niha diyar dibe ku pirsgirêk tenê bi vê biryarê çareser nabin.

Pêwiste komên partiyên li meclisê pêşnûme qanûneke nû amade bikin. Di vê pêşnûmeya nû de jî divê bi awayekî şênber bê destnîşankirin ka kîjan organîzasyon wê bên qedexekirin. A girîng ew e ku ev mesele ji Wezareta Karên Hundir re neyê hiştin.’

Herbert Schmalstieg siyaseta krîmînalîzasyonê ya Wezareta Karên Hundir li dijî Kurdan jî rexne kir û wiha got.

Êdî dem hatiye ku dawî li vê siyasetê were anîn û helwesta li dijî Kurdan were guhertin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv