JI BO ROJAVAYEKE KESK ‘PROJEYA KEZIYÊN KESK’
ARMANC HÊŞÎNKIRINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE
Însiyatîfa Keziyên Kesk bi armanca hêşînkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2020’an meha Cotmehê hatiye avakirin.
Proje navê xwe ji têkoşîna Jinên YPJ’yî û jinên li Şengalê ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin distîne.
Dildarên projeyê li hewşa Zanîngeha Rojavayê şitlên daran dîçînin û piştî ew şitil mezin bûn wê li her aliyê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bên belavkirin.
Endama însiyatifê Mamoste Xefşê Erefat wek dilxwaz beşdarî projeyê bûye.
Endam û damezrînerê komîteya Keziyên Kesk Mehmûd Çaqmaq jî balê dikşîne pêşxistina projeyê û dibêje karê rêvebirina bajêr ne tenê li ser pişta rayedaran e û bang li gel dike ku tevlî hêşînkirina Rojava bibin.
Hosteyê çandinîyê Hisên Feysel jî di projeyê de cih digre.