HÊZÊN EWLEKARIYA HINDURÎN
ENCAMA OPERASYONA XWE EŞKERE KIR
Dewleta tirk û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistanê ne tenê êrişên çekdarî pêk tînin, herwiha bi rêya maddeyên hişbir û narkotî dixwazin civakê ji reseniya wê dur bixin.
Ev sûçeke navnetewî ye. Hêzên ewlekariya hindurîn yên Rojava li hembeî van kiryaran ketin nava tevgerê.
Di çarçoveya xebatek berfireh de gelek madeyên hişbir ên ku ji sînorên Tirkiyê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê tên kirin hatin desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hindurîn têkildarî encamên van operasyonên xwe û miqtara madeyên hişber ên hatine desteserkirin daxuyaniyek dan.
Hevala me Hêvîn Ehmed ev nûçe şopand û raporek amade kiriye.
NÛÇEGIHAN: HÊVÎN EHMED
KAMERA: GULAN HEYDER