Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hunermend Omer Sofî: Armanc tinekirina hemû destkeftên Kurda ye

Hunermend Omer Sofî di derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de got; “Em niha ji aliyê dagirkerên Tirk ve hêdî hêdî tên kuştin. Ji bo em neyên kuştin divê em tev bi hevre bi yek deg û yek helwestê li dijî dagirkeriyê rabin. Armanca dewleta Tirk tinekirina hemû destkeftên gelê Kurd e.”

Hunermend Omer Sofî di derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de ji Rojnews’ê re axivî û da zanîn armanca êrişên dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistan û tinekirina Kurda ye. Omer got; “Bê guman dewleta Tirk vê yekê bi hevkariya wê hizba Kurdî ya ku li sinorê wê ev êriş têne kirin, dike. Wê dewleta Tirk tenê bi tinekirina hizbekî Kurdî raneweste, armanca wê tinekirina hemû destkeftên gelê Kurde. Dixwaze di warê çandî, coxrafî, hizb û hêzên çekdarî yên Kurdan hemû tûne bike, Armanc ne tenê PKK ye. Ew PKK’ê ji bo êrişên xwe dike behane.”

Di dewamê de Hunermend Omer diyarkir dewleta Tirk her carê ji bo tinekirina Kurdan tiştek dixe behane û wiha domand; “Dewleta Tirk piştî ku dît HDP’ê di hilbijartinan de dengek zêde anî, bi behaneya peywendiya wê li gel PKK’ê de heye, bi hezaran endamên wê xist girtîgehan. Niha jî ji bo dagirkirina Kurdistanê PKK dike behane. Dibe sibe jî dewleta Tirk piştî PKK’ê, ji bo berdewamkirina dagirkirina xwe hizba Kurdî ya ku niha hevpeymanê wê ye bixe behane û êrişê ser wê jî bike.”

Omer Sofî destnîşankir dewleta Tirk ne tenê xaka Başûr dagirdike û wiha pêde çû; “Dewleta Tirk ji bilî dagirkirina xakê, di warê çand û hunerî de jî dagirkeriya xwe di meşîne. Dewleta Tirk hemû çand û hunera Kurdî diziye û wek ya xwe nîşan dide. Heta siruda netewî ya Tirkiyeyê jî awaza wê ya Mamosta Hesen Zîrek e. Armanca hemû dijminên Kurdan dagirkirina xak, coxrafya û çanda Kurda ye.”

Li ser hewildan û provakasyonên derxistina şerê Kurd bi Kurd jî Hunermend Omer got, ew naxwaze ti hêzek Kurdî şerê hev bikin. Omer da zanîn Kurd hêdî hêdî têne kuştin, eger hemû bi yek deng û yek helwestê li dijî dijmin û dagirkeriyê ranebin wê qira Kurdan bînin.

Têkildarî peyama Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan jî hunermend Omer got; “Wek hunermen hertim alîgirê aştiyê ne, divê guh bê dayîna vê peyama aştiyê û yekgirtina xwe çêkin. Daxwaz ji hunermend û gelê Kurd dikim divê yekgirtîbîn, xizmetê ji Kurdistanê re bikîn û li dijî dagirker û aliyên şerxwaz rawestîn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv