Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doza girtiyên Behdînan: Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê biryara 6 salan erê kir

 

DOZA GIRTIYÊN BEHDÎNAN
DADGEHA TEMÎZÊ YA HEWLÊRÊ BIRYARA 6 SALAN ERÊ KIR

Roja 16’ê Sibata 2021’an Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 6 sal ceza da rojnameger û çalakvanên Behdînanê.

Parêzerê girtiyan ev biryar qebûl nekir û serî li dadgeha temîzê ya Hewlerê dan.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê 27’ê Nîsanê cezayê hatî birîn weku xwe erê kir.

Parêzeran li dijî vê biryarê bi daxwaza biryar ji nûve bê nirxandin di 20’ê Gulanê de dubarê serî li Dadgeha Temîzê ya Hewlerê dan.

Ji Parêzerên Girtiyên Behdînan Mihemed Abdullah ragihand ku di 20’ê Hezîranê de Dadgeha Temîzê biryara xwe ya dawî eşkere kiriye û dîsa 6 sal erê kiriye.

Parêzer Mihemed Abdullah da zanîn tevî tawanbariya sîxuriya welatên Emerîka, Brîtanya û Elmanya ji ser her 5 rojnamevanan rabûye jî, ji bo îtiraza biryarê ti derfet nemane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv