LI DIJÎ KOLBERAN ZEXTÊN REJÎMA ÎRANÊ
LORÎSTANÊ KOLBEREK HAT KUŞTIN, YEK JÎ BIRÎNDARBÛ
Êriş û zextên rejîma Îranê li ser kolberan her diçe zêde dibe.
Li gorî agahiya Kolbernewsê 22’yê Adarê li herêma Loristanê polîsên rejîmê gule reşandin ser wesaîta kolberekî.
Di vê êrişê de Mihemed Sadiq ê ji bajarê Seqizê yê Sineyê jiyana ji dest da.
Êrişeke din jî di navbera sînora Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de pêk hat.
21’ê Adarê bi vê êrîşa pasdarên rejima îranê kolberekî bi navê Behroz Mûradî bi giranî birîndar bû.