DOZA ÇÎÇEK KOBANÊ
DEWLETA TIRK LI DIJÎ PEYMANÊN NAVNETEWÎ CEZA LÊ BIRÎ
Dozgin Temo bi nasnav Çîçek Kobanê dema dewleta tirk tevî çeteyên xwe êrişî Eyn Îsa kir bi birîndarî hat girtin.
Li gel ku dewleta tirk bi xwe dagirker e jî bi ser de rabû doz li Çîçek Kobanê vekir.
Di 6’emîn rûniştina vê doza korsan de dadgerê tirk ceza li Çîçek Kobanê birî.
Doz li Dadgeha 5’an a Cezayên Giran a Rihayê pêk hat.
Çîçek Kobanê bi rêya SESBÎS’ê tev li danişînê bû.
Parêzerê Kobanê; Hidayet Enmek di danişînê de amade bû.
Dozger di mutala xwe de xwest Kobanê were cezakirin.
Piştî mutalayê parêzerê Kobanê ev parastin kir:
Muwekîla min ji Sûriyê ye. Li dijî Tirkiyê ti çalakiyên wê tinin. Nabe ku were darizandin.
Li gel vê jî dadgerên dewleta Tirk di vê rûniştinê de bi hinceta “Yekitiya dewletê xera kiriye” û bi îdîaya ku “Mirov kuştiye” cezayê muebeta girankirî û 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Parêzere Çîçek Kobanê destnîşan kir ku ev doz bi serê xwe binpêkirina peymanên navnetewî ye.
Parêzer da zanîn ku ewê îtîrazê biryarê bikin.