Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê qedexe kir 24.03.2021

 

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ AGIRÊ NEWROZÊ QEDEXE KIR

Di 21’ê Adarê de şêniyên gundên Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ji ber zextên eskerên artêşa tirk a dagirker ve nekarîn agirê Newrozê pêxin.

Welatiyên gundên Bermîzê, Deşta Hêrt, Geliyê Şêxzadan, Xelîfan û Hêşmî yên Herêma Biradostê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê xwestin agir pêxin.

Lê eskerên dewleta Tirk ku li herêmê hin dever dagir kirine ji bo belavkirina gel gule reşandin hewayê û nehiştin gel agirê Newrozê pêxe.

Weke di dîmen de jî diyar dibe, eskerên artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî ketine nava gund û nahêlin xelkê herêmê cejna xwe pîroz bikin.

Balkêşe ku ev yek di nava xaka Başûrê Kurdistanê de pêk tê û heya niha ji rayedarên herêmê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Dîmen di medya civakî de rastî nerazîbûnê hatin.

Hêjayî gotinê ye heman rojê Rêveberê bajaroka Sîdekan Îhsan Çelebî jî şahiya pîrozkirina Newrozê ya li Sîdekanê qedexe kiribû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv