Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Heyeta MSD’ê bi serokkomarê Fransayê Macron re hevdîtin kir

 

“STATUYA ROJAVA NAS BIKIN”
HEYETA MSD’Ê BI SEROKKOMARÊ FRANSAYÊ MACRON RE HEVDÎTIN KIR

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser de hate gotin, Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed,

Heveroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid

û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûniştin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li gel rewşa siyasî ya li herêmê bi taybetî krîza Sûriyeyê, her wiha pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de li ser rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û modela wê ya rêveberiya demokratîk nîqaş hatin kirin û ambargoya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin.

Heyetê têkildarî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê agahî da Macron û qalê kir, ku girtina deriyên sînor bandoreke neyînî li herêmê dike.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa Hawarê re axivî û got: Serokatiya Fransayê bi awayekî fermî daxwaznameyeke serdanê ji bo Rêveberiya Xweser şandiye.

Bêrîvan destnîşan kir ku li ser daxwaza fermî bi Serokê Fransayê, şêwirmendên serokatiya Fransayê û rayedarên payebilind ên hikûmetê re hevdîtin kirine.

Serokomarê Fransayê piştrast kir ku heta ewlehî û istîqrar li Sûriyê û tevahî herêmê pêk bê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

Fransayê ragihand ku ew ê destekaa leşkerî û aborî ya ji bo herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv