SALVEGERA KOMKUJIYA PIRSÛSÊ
DEWLETA TIRK XWEST TOLA TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê BIGIRE
Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li hemberî ciwanên bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyaslîst ên xwestin biçin Kobanê li Pirsûsê êrişa bombeyî pêk hat.
Di encama êrişê de 33 rêwiyên Kobanê şehîd bûn û 104 kes jî birîndar bûn.
Ji deqeya destpêkê û pê ve, ji komkujiyê dewleta Tirk berpirsyar hate girtin.
Her çiqas çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya êrişa hovane girt ser xwe jî, lê belê berpirsyara esasî ya komkujiyê MÎT’a dewleta Tirk bû.
MÎT’a Tirk bi riya çeteyên DAIŞ’ê ev êriş pêk anî û xwest ku tola têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê bigire.
Jixwe dewleta Tirk wekî kujerên din ên Kurdan û mûxalîfan, xwedî kujer û berpirsyarên komkujiya Pirsûsê jî derket.
Rayedarên Tirk bi her wesîleyê 33 kesên şehîd bûn û rêwiyên din sûcdar kirin.
Şehîdên komkujiyê bi çalakiyan tên bibîranîn.