ÊRIŞA FAŞÎSTAN
FAŞÎSTAN LI AFYONÊ ÊRIŞÎ KARKERÊN KURD KIR: 7 KES BIRÎNDAR BÛN
Li bajarokê Sûltandagi Dereçîne yê Afyonê, faşîstan êrişî malbatên kurd kirin.
Pismamê kesên êrîşî wan hat kirin Nûrûllah Aba got:
Ji karkeran Îsmaîl Tan û pismamê wî Alî Tan çûn berber.
Keya ji wan re dibêje têkevin dorê. Lê kî tê pêşiya wan tiraş dibe.
Her du ciwan jî dipirsin, çima dora wan didin hin kesên din.
Gava wisa dibêjin, ji wan re dibêjin ‘hûn terorîst in, hûn bi kurdî diaxivin’ û êrîşî wan dikin.
Îsmaîl Tan, dixin wesayîtekê û wî dibin nav daristanê.
Lê dixin û dîmenên wî digirin. Milê Îsmaîl Tan şikestiye.
Alî Tan jî, ji nav lepên wan direve. Gava malbat tên, bûyer mezin dibe.
Li vir bi daran li 2 jin li 7 kesan dixin. Rewşa birîndaran xedar e.
Aba, anî ziman ku bi biryara qeymeqamtiyê dê malbatên êrîşî wan hatine kirin vegerin Amed û Mêrdînê.
Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bûyer li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir.
Surucu, destnîşan kir ku sedema sereke ya êrîşê ziman û polîtîkaya cihêkar a îqtidarê ye û berpirsiyar îqtidar e.