Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê: ‘NATO ne li cem hêzên azadîxwaz e, ew li cem hêzên faşîst e’

 

HEVSEROKÊN KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
NATO NE LI CEM HÊZÊN AZADÎXWAZ E EW LI CEM HÊZÊN FAŞÎST E

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik bersiv dan pirsên rojnamevan Alf Beckinsale.

Hevserokan bi bîr xist ku prosesa Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe kir, di navbera NATO û Pakta Warşovayê de şerê sar hebû û wiha gotin:

Tirkiye weke erdnîgarî ji başûr ve pêşî li Sowyetan digirit weke qereqoleke pêş a NATO’yê bû.

Ji vî aliyî ve dev ji guhertina sînoran berdin, Amerîka û NATOyê tehemul nedikir ku li Tirkiyê guherîneke siyasî yan jî demokratîkbûyîn çêbibe.

Jixwe ji ber vê jî dema ku li Tirkiyê tevgera şoreşgerî ya demokratîk û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêş ket, generalan derbeyeke eskerî kir.

Mirov dikare bibêje ku dema pêşketina xwe de Tevgera Azadiyê li hemberî xwe hêzeke weke NATO’yê dît.

Dema ku tevgera me ya azadî 15’ê Tebaxa 1984’an pêngava gerîla da destpêkirin, ya ku pêşî helwest nîşan da NATO bû. Ji bo ku gerîla tasfiye bike, destekeke tam da Tirkiyê.

Ya ku PKK terorîst îlan kir û êrişên dewketa Tirk meşrû nîşan da NATO bû.

Weke mînak; li gel ku cînayeta Olof Palme bi destê gladyoya NATO’yê pêk hatibê jî hema yekser xistin stûyê PKK’ê. Bi vî awayî xwestin ji bo tasfiyeya PKK’ê zêdetir meşrûiyetê bi dest bixin.

Bi vî awayî hem jî Palme xilas bûn hem jî xwestin xwe ji PKK’ê xilas bikin.

Hevserokan diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê bi awayekî neyekser têkoşîna li dijî berjewendî û pîlanên qirêj ên NATO’ê ye:

NATO hîn jî PKK’ê di lîsteya terorê de digre. Bi vî awayî destekê dide êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk. Buye parçeyekî şerê li dijî kurdan.

Li Rojhilata Navîn pêşengê azadî û demokrasiyê PKK û kurd in.

Paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digre li Rojhilata Navîn bûye mifteya pêşketina demokrasiyê.

Rojava li Rojhilata Navîn baxçeyekî demokrasiyê ye. Lê Tirkiye bi destûra Amerîka û desteka NATO’yê êrişî vê derê dike.

PKK li dijî dewleta Tirk têdikoşe ku ev dewlet ne bi tenê li nava sînorên xwe her wiha li Rojhilata Navîn hemûyî pêşengî ji dijminatiya demokrasiyê re dike.

Lê dewleta tirk bi desteka NATO’yê êrişî vê hêza demokrasiyê an go PKK’ê dike. Ji lewre jî NATO ne li cem hêzên demokrasiyê ye, ew li cem hêzên faşîst e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv