BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: GERÎLAYÊN YJA-STARÊ LI HEFTANÎNÊ ÇEPEREK ÎMHA KIRIN, DERB LI KEPÇEYEKÊ DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîla eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê:
3’ê Cotmehê gerîlayên YJA-Starê li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li qada girê Koordîne ya Pîrbilayê rê çêdikirin çalakî kirin.
Gerîlayên jin bi çekên giran li dagirkaran da, û di encamê de çeperek hate îmhakirin, derb li kepçeyekê hate xistin.
4’ê Cotmehê jî gerîlayên YJA-Starê li qada berxwedanê ya Werxelê li dijî dagirkeran çalakiyek pêk anîn.
Hêzên gerîla bi awayekî serketî li hedefên xwe dan.
Heman rojê li qada girê Azad a herêma Metînayê jî cîhazeke wênekişandinê ji aliyê gerîlayan ve hat desteserkirin.
5’ê Cotmehê jî gerîlayan li qada Mervanos a Avaşînê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakî kirin.
Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehat tespîtkirin.
Navendê têkildarî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk jî ev agahî dan.
3’ê Cotmehê artêşa Tirk ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan êrişî qada Koordîneyê ya Metîna kir.
Di encama êrişê de de agir bi qadê ket û şewat dewam dike.
4’ê Cotmehê jî bi çekên giran û helîkopterên êrişê qada berxwedanê ya Werxelê bombenaran kir.
Heman rojê qadên Geliyê Basya, Girê Kartal, gundê Dêşîşê, qadên Koordîne û Kela Qumriyê jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Roja 5’ê Cotmehê jî dagirkeran qada Berxwedanê ya Werxelê bombebaran kirin.