Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Erzîncan: ‘Komplo herî zêde ji bo azadiya jinê pêşnekeve hat kirin’

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
KOMPLO HERÎ ZÊDE JI BO AZADIYA JINÊ PÊŞNEKEVE HAT KIRIN

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de, mijarên di rojevê de nirxand.

Besê Erzîncan bi birfirehî li ser komploya navnetewî ku 23 sale li dijî Rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin sekinî.

Û destnîşan kir ku komplo herî zêde ji bo azadiya jinê pêş nekeve hatkirin.

Ji kîjan alîve lê binihêrî sîstemeke gelek giran heye û gelek sedemên wê hene.

Dema tu îro lê dinihêrî ev sedem pir zelal tên xuyan.

Ya rast sekna rêbertiya me di pozîsyoneke wisa de bû ku karîbû ji pirsgirêkên mirovahiyê re bibe bersiv û alternatîfan bi afirîne.

Ev sekin jî li hemberî plansaziyeke ku hêzên desthilat dixwestin pêk bînin de bû.

Sekna rêbertiya me bi vî awayî hemû hesabên pergalê xera dikir.

Ev hişmendiya azadî û demokrasiyê ya rêbertiya me, bi awayê girtina dest a pirsgirêka jinê jî derketibû holê.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
RÊBERTIYA ME JINA KU WEKÎ MILK DIHAT DÎTIN VEGUHERAND KIRDEYA JIYANÊ

Besê Erzîncan, bibîr xist ku jin jî di vê çerçoveyê de li Rêber Apo xwedî derketin.

Wekî min di serî de jî destnîşan kir, rêbertiya me jina ku wekî milk dihat dîtin azad kir û veguherand kirdeya jiyanê…

Ji ber vê yekê jî ya herî zêde li hemberî vê komployê sekinî, li hemberî komployê têkoşiya û xwedî li Rêber Apo derket jin bûn.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN:
LI TIRKIYÊ HEYA DOZA KURD ÇARESER NEBE WÊ DESTHILAT HILWEŞIN

Derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd, navnîşana çareseriyê û muxatabiyetê de jî Besê Erzîncan ev nirxandin kirin;

Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne pêkanê azadî û demokrasî jî li Tirkiyê pêk were .

Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku di dema hilbijartinê de bi gotinan çareser bibe nîne.

Ya rast navnîşana çareseriyê meclîs bû lê ya ku nehat çareseriyê desthilata AKP’ê bixwe bû.

Helbet HDP nikare hemû pirsgirêkan çareser bike, rêbertiya me jî di gelek mijaran de muxatab e.

Lê belê muxatabiyeta bingehîn meclîs e.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv