BEDÎA YALIÇ – DILSOZ CÛDÎ
HPG: HEVRÊYA ME JI BO DÎL NEKEVE BOMBEYA XWE BI XWE DE TEQAND
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Dilsoz Cûdî ev agahî dan:
7’ê Hezîranê li qada Navsera Cûdî ya Şirnexê di komek hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî.
Di şer de gelek dagirker hatin cezakirin.
Hevrêya me Dilsoz Cûdî heta gulleya xwe ya dawî şer kir û bi giranî birîndar bû.
Ji bo dîl nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû.
Bedîa Yaliç bi nasnav Dilsoz Cûdî li Şirnexê ji dayîk bûye.
BEDÎA YALIÇ
DILSOZ CÛDÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: QUMRÎ – AHMET
7’Ê HEZÎRANA 2021’Ê-CÛDÎ
HPG’ê ji malbata şehîd Dilsoz, tevahiya xelkê Şirnexê û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.
ŞEHÎDÊN MÊRDÎNÊ
HPG: HEVRÊYÊN ME EGÎD Û FERHAT 29’Ê ADARÊ ŞEHÎD BÛN
Têkildarî şehadeta gerîla Egîd Bîrhat Nûcan û Ferhat Cûdî jî ev agahî hatin dayîn:
Me di daxuyaniya xwe ya 30’ê Nîsana 2021’ê de ragihandibû, ku 29’ê Adarê li qada Kela Şehîdan a Mêrdînê bi artêşa Tirk re şerek qewimî ye.
Û me şehadeta hevrêyê xwe Kahraman Sûnar bi nasnav Egîd Timoqî ragihandibû.
Derket holê, hevrêyê me Egîd Timoqî saxe û li ser erka xwe ye.
Di vî şerî de hevrêyên me Egîd Bîrhat û Ferhat Cûdî şehîd bûn.
Serdar Saglam bi nasnav Egîd Bîrhat Nûcan li Şirnexê ji dayîk bûye.
SERDAR SAGLAM
EGÎD BÎRHAT NÛCAN
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: MELÎKE – M. ŞERÎF
29’Ê ADARA 2021’Ê-MÊRDÎN
Yakûp Salgin bi nasnav Ferhat Cûdî li Mêrdînê ji dayîk bûye.
YAKÛP SALGIN
FERHAT CÛDÎ
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: SULTAN – SEYFETTÎN
29’Ê ADARA 2021’Ê-MÊRDÎN
Di daxuyaniya HPG’ê de bi berfirehî qala têkoşerî, şoreşgerî û gerîlatiya her du şehîdan hat kirin.
Ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî hat xwestin.