Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bang û peyamên Mûrat Karayilan di nava Kurdên 4 beşan de deng veda

 

DENGVEDANA PEYAMÊN KARAYILAN
AHMET TURK: DIVÊ MESUT BARZANÎ XWEDÎ LI SOZÊN XWE DERKEVE

Siyasetmedarê bi tecrube Ahmet Turk êrişên piralî yên li dijî Kurdan û planên qirêj ên Tirkiyê destnîşan kirin û got: Divê Mesût Barzanî soza dabû ji bîr neke û rê nede şerê nav Kurdan.

DENGVEDANA PEYAMÊN KARAYILAN
SALÎHE AYDENÎZ: PDK HEWL DIDE TIRKIYÊ RIZGAR BIKE

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bi bîr xist ku Tirkiye ji bo tinekirina destketiyên Kurdan hemû tiştan dike û got: Pozîsyona PDK’ê rizgarkirina Tirkiyê ye. Tiştek wisa îxaneta li dijî paşeroja Kurdistanê ye.

HEWLDANÊN KNK’Ê YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
ZEYNEB MURAT: ME DÎT, HEMÛ HÊZ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK IN

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad jî li ser hevdîtinên xwe yên li Başûr axivî û got: PDKê bersiv neda. Lê belê hevdîtinên bi hêzên din re pir erênî derbas bûn. Me dît ew hemû li dijî dagirkeriya Tirk in.

PLANÊN QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
ELÎ BAPÎR: ME DAXWAZA TIRKIYÊ RED KIR

Serokê Komeleya Dadgerî a Kurdistanê Elî Bapîr jî diyar kir ku di serdaneke li Enqerê de ji wan xwestine PKKê wekî terorîst bi nav bikin, lê wî yekser red kiriye.

PLANÊN QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
XELÎB MIHEMED: HEBÛNA PKK’Ê JI BO PARASTINA KURDISTANÊ PIR GIRÎNG E

Parlementerê Iraqê Xalib Mihemed jî nerazîbûn nîşanê PDK’ê da û got: Pêwist nake pêşmerge biçe Qendîl. Divê pêşmerge li cihê xetereya DAIŞ heye, were bi cih kirin. Hebûna PKK’ê ya li Qendîlê, ji bo parastina Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.

PLANÊN QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
RÊBWAR REŞÎT: XETEREYA AŞBETAL A DÛYEMÎN HEYE

Siyasetmedarê Kurd ê Rojhilatî Rêbwar Reşîd jî bi van gotinan xeteriya rewşê anî ziman: Başûrê Kurdistanê bi 2’yîm aşbetalê re rû bi rû ye. Ji bo tiştek wisa nebe jî, divê hemû gelê me li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike.

NIVÎSKARÊ MISIRÎ ÎLHAM EL MILÊCÎ:
TIFAQA KURD Û EREB WEKÎ DAIŞ TÊK BIR, DIKARE DAGIRKERIYÊ JÎ TÊK BIBE

Nivîskarê Misrî Îlham El Milêcî jî bal kişand ser rola têkbirina DAIŞ’ê û got: Çawa tifaqa Kurd û Ereb, çeteyên DAIŞ’ê têk birin, dikarin dagirkeriya Tirk jî têk bibin.

BERDEVKÊ ARTÊŞA IRAQÊ YAHYA RESÛL:
TIRKIYE DAGIRKERÎ DIKE, DIVÊ HURMET NÎŞANÊ SERWERIYA ME BIDE

Di vê navberê de berdevkê Artêşa Iraqê Yahya Resul jî nerazîbûn nîşanê dagirkeriya Tirk da.

Resûl diyar kir ku Tirkiye peymanên dualî bin pê dike û got: Divê Tirkiye dagirkeriyê bi dawî bike û bi hurmet nêzî serweriya Iraqê bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv