LI CÛDÎ ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN
HPG: 11 WESAYÎTÊN KONTRAYAN HATIN ŞEWITANDIN 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de çalakiyên ku gerîlayan ji Cûdîyê heta Mêrdînê, ji Metînayê heta Zap û Avaşînê lidarxistine, wiha ne:
Li Cûdî 11 wesaîtên Suleyman Bolunmez ê kontra hatin şewitandin
Hêzên gerîla li herêma Cûdî, li dijî şantiyeya Suleyman Bolunmez ê hevkar û karên kontrayî dike çalakî kirin.
Di vê şantiyê de 11 wesaît, 11 kamera hatin şewitandin û gerîlayan dest danîn ser 2 sîleh û 3 dûrbînan.
Li Cûdî 3 dagirker hatin cezakirin
7’ê Hezîranê gerîlayan li qada Girê Hirmo yê Cûdî li dijî artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê kirin.
Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk ji qadê vekişiya.
PÊNGAVÊN BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: LI AVAŞÎN, ZAP Û METÎNA ŞEREKÎ DIJWAR DIQEWIME
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 10’ê Hezîranê dagirkerên li ser Girê Azad ê Metîna kirin hedef û li wan dan.
Li Avaşîn û Zapê 8 dagirker hatin cezakirin
Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî li Avaşîn û Zapê gerîlayan ev çalakî kirin:
9’ê Hezîranê eskerên Tirk xwestin bikevin çeperên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê.
Gerîlayan bi çekên ferdî li wan dan, dagirkerek hat cezakirin û 2 jî birîndar bûn.
Heman rojê bi çalakiyeke sabotajê rê li ber artêşa Tirk a ketina tunelên şer li Werxelê hat girtin.
Eskerên xwe vekişandin, hewl dan bi dronan dîmenên vê qadê bikşînin.
Li ser destwerdana gerîlayan ev dron vekişiyan.
Piştî vê yekê gerîlayan 6 çalakiyên sabotajê û hwd. li darxistin.
Di çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.
10’ê Hezîranê gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî eskerên li qada Werxelê kirin hedef û dagirkerek hat cezakirin.
Her wiha gerîlayan dest danîn ser 5 çenteyên eskerî, kunyeyên wan û 150 kîlo teqemenî.
Li vê qada Werxelê ya Avaşînê şerekî giran heye û artêşa Tirk 10ê Hezîranê gelek caran ev qad bombekirin.
Li qada Cîloya Biçûk a Zapê jî gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî li artêşa Tirk dan û dagirkerek hat cezakirin.
Dîsa 9 û 10ê Hezîranê qadên Çemço, Karker ên Zapê bi balafirên şer û obusan hatin bombekirin.
Li çeperên şer ên Girê Zendûra şer giran e.
10’ê Hezîranê ji saet 14:30’an heta van kêliyan li çeperên şer ên li Girê Zendûra yê Metîna teqînên mezin pêk tên û şerekî dijwar diqewime.
Gelek qadên Metîna jî bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombekirin.
11’ê Hezîranê jî artêşa Tirk esker danîn gundê Êzîdî yê Kanî Masî.