Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevdîtinên Stenbolê: Piştî Barzanî, Helbûsî û Xencer bi Erdogan re rûniştin

 

HEVDÎTINA STENBOLÊ
PIŞTÎ BARZANÎ, HELBÛSÎ Û XENCER BI ERDOGAN RE RÛNIŞTIN

Di demekî de ku çavê dinyaê li Ukraynayê ye li Stenbolê civîneke balkêş pêk hat.

Serokê Parlemena Iraqê Mihemed Helbûsî tevî serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer çûn Stenbolê.

Ev her du kesayetên ku di siyaseta Iraqê de baskê sûniyan temsîl dikin bi şefê rejîma Tirk erdogan û musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re rûniştin.

Der barê naveroka civînê de hat daxuyandin ku alî li ser têkiliyên Iraq û Tirkiyê û têkoşîna li dijî ‘terorê’ de axivîne.

Ofîsa Helbûsî der barê hevdîtinê van agahiyan da:

Roja Şemiyê Helbûsî û serokê hevpeymana Siyade Xemîs Xencer li Stenbolê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan re civiyan.

Li ser têkiliyên aborî û bazirganî yên herdu walatan, li gel hevkariya kordîne û destekdayîna têkoşîna bi terorê ya Tirkiyê û dayîna agahiyên îstixbaratî agahî hatine parvekirin..

Di civînê de Erdogan fermanên pêwîst ên têkildarî vê mijarê dan, her wiha karê ji bo bidestxistina vîzeyê ya Iraqiyan jî hatiye nîqaşkirin.

Siyasetmedarê Iraqî Casim El Moûssawî jî der barê hevdîtinê de Rojnewsê re axivî.

Mousawî diyar kir ku dewleta tirk bi rêya siyasetmedarên nêzî xwe dixwaze destê xwe têxe nava siyaseta Iraqê.

Siyasetmedarê iarqê xwest li şûna nîqaşên siyasî û aborî divê mirov li ser binpêkirinên Tirkiye yên li Iraqê nîqaş bike.

Yek ji mijara din a balkêş a civînê jî ew bû ku musteşarê MÎT’a tirk Hakan Fîdan tevli bû.

Tevlibûna Fîdan a ji bo cîvînê û daxuyaniya ofîsa Helbûsî îşaret bi pîlangeriyeke nû ya li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv