Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ulug: ‘Li Donbasê şerê berjewendiyê’

 

LI DONBASÊ ŞERÊ BERJEWENDIYÊ
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Bi armanca dawîkirina nakokiyên di navbera hêzên cudaxwaz ên bi piştgiriya Rûsya û yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê, îlona 2014’an li paytexta Belarûs Mînskê peymanek hat îmzekirin. Bi protokola Mînskê re dihat armanckirin ku nakokiyên li herêmên Donetsk û Luhanskê yên dikevin rojhilatê Ukraynayê bi dawî bibe û riya çareseriyê derkeve pêş.

Ev protokola ku bi amadebûna nûnerên Rûsya, Ukrayna, Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê ve li Mînskê pêk hat û bi vê re demekê nakokiyên li herêmê kêm bûn. Lê ji ber rêveberiya Kîevê pişta xwe da Ewropa û Amerîkayê û peyman piştguh kir, li herêmê nakokiyan ji nû ve dest pê kir. Ev nêzîkatiya Ukraynayê hişt ku destê Rûsyayê jî hîn xurtir bibe.

Li gorî Protokola Mînskê diviyabû ku Ukrayna di bin çavdêriya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê de leşkerên xwe ji herêmê vekşîne. Lê leşkerên Ukraynayê ji herêmê derneketin û li hin noqteyên stratejîk çekên giran bi cih kirin. Ev mijar gelek caran ji aliyê Rûsyayê ve hat rojevê lê aliyên peyman îmzekirine û ji peymanê re çavdêrîkirine ji bo bicihanîna xalên peymanê neketin nav liv û tevgerê. Zêde guh nedan nerazîbûnên Rûsyayê jî. Li ser vê Rûsya ji bo balê bikşîne ser girîngiya mijarê ji meha kanûna 2021’an vir ve hêzek mezin a leşkerî li ser sînorê Ukraynayê bi cih kir.

Bicihkirina hêzê leşkerî ve herî zêde amerîkî nerehet bû. Ji roja despêkê ve Amerîka li hemberî vê pêkanîna Rûsyayê nêzîkatiyeke agrasîf raber kir. Rêveberiya Washingtonê ji bo welatên Ewropa li dijî Rûsyayê bibin xwedî helwest, zext li wan kir.

Tevî hemû gefan jî Serokê Rûsya Viladimir Pûtîn di 22’yê sibatê de got; ‘Êdî protokola Mînskê bêhikum e.” Di axaftinê de Pûtîn ragihand ku ew Komara Donetsk û Luhanskê jî nas dikin û ferman da artêşa xwe herêmê biparêzin.

Bêguman kesî hêvî nedikir ku li ser gefên Amerîka û Îngilistanê Rûsya gavekî wisa bavêje. Tevî van gef û zextan jî Serokê Rûsyayê ji gotina xwe ne hat xwarê, ji bo plana xwe pêk bîne ferman da. Di serê Pûtîn de çi heye nayê zanîn lê li ser sê vebijêrkê nerîn pêş dikevin.

Vebijêrka yekem, Rûsya bi naskirina Komarên Donetsk û Lûhanskê, herêmên ewle ava bike û bi wê sînordar bimîne. Vebijêrka duyem Rûsya li van herêman hêzê xwe bi cih bike û hebûna xwe li herêmê zêde bike. Vebijêrka sêyem jî ew e ku Rûsya ji bo bandora xwe li ser bênderên deryaya rêş çêke pêş ve biçe.

Di halê heyî de bûyerên diqewimin van hersê xalan jî red nake. Lê li dijî nêzîkatiya Rûsyayê wê refleksê hêzên navneteweyî çi be, hîn tam nayê zanîn…

Di vir de tişta ku em bînin ziman ew e ku durûtiya hêzên navneteweyî ye. Êdî wisa lê hatiye ku bi şer û pevçûnan, ya xwe li ser îradeya gelan ferz dikin. Mînakên vê li Rojhilata Navîn me gelek caran dîtin…

Yên xwe alîgirê hiqûq û edaletê didin nîşandan jî dema mijar dibe berjewendî çavê wan sor dibe û dest bi êrîşan dikin.

Rûsya jî yek ji van hêzan e. Rast e di hin mijaran de nehat a Amarîka û Ewropayê lê ev nayê wateya ku ew ji wan çêtir e. Bi naskirina Komarên Donetsk û Luhanskê ji xwe re li herêmê derfetan ava dike…

Têgeha ku ji bo komarên Donetsk û Luhanskê serxwebûnê dixwaze, li Rojhilata Navîn li himberî daxwazên Rêveberiya Xweser xwe ker û lal dike. Wê demê mirov dipirse ev durûtî çi ye?

Ji ber vê yekê şerê li Ukrayna rû da wê demek dirêj di rojava cîhanê de be. Ji niha ve nayê zanîn wê encam çibe, lê necam çi dibe jî dê ne li gorî berjewendiyên gelan be, li gorî berjewendiyên desthilatdaran be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv