Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Konseya Biryargeha YJA-Star’ê civiya

 

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê ji hemû qadên ku hêzên parastinê yên jin lê ne, bi tevlêbûna fermandaran pêk hat.

Konseya Biryargeha YJA Starê bi gotina ‘’Peywira me ya YJA Starê ev e ku sala 2022’an berxwedan were serfirazîkirin’’ û hate diyarkirin ew ji serfiraziyê pê ve ti rêyeke dî nas nakin.

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê, di pêvajoyeke wiha de ku konsepta îmhayê didome pêk hat. Civîn bi axaftina destpêkê dest pê kir, bi talîma Rêbertî, xwendinya xebatên salê, rojeva siyasî-leşkerî, bi nirxandina xebatên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk ên sala 2021’an dom kir

Ji nû ve avabûn, taktîk û şêwaza fermandarî, rexne-rexnedayin, plansazî û biryar, verastkirin hatin nîqaşkirin û encamkirin.

Di daxuyaniyê de ya têkilî civînê ku Konseya Biryargeha dayî wiha hate gotin: ‘’Em bawer dikin biryarên ku di civîna me ya Konseya Biryargeha a YJA Starê de hatine standin û plansaziyên ku hatine danîn, di serî de ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelan û jinan, di sedsala 21’an de ji bo geşkirina gerîlatiya jinê û taktîkên wê, li ser rêça stratejiya şerê şoreşgerî yê gel wê perspektîfên xurt deyne. Em Konseya Biryargeha YJA Starê bi vê baweriyê 8’ê Adare Roja Jinan pîroz dikin, em bang li hemû jinan dkin ku xwe berdin meydanan, hêvî dikin rojên ji niha û şûn de bibin rojên azad û bi jinê û dibêjin, ‘Berxwedana jinê wê faşîzmê hilweşîne.’

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINAN Û GELAN E

Sala 2021’an ku şerê manûnemanê bi rengekî bêhempa hate kirin, ji bo têkoşîna me ya azadiyê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê û hemû gelên cihanê, bûye saleke wiha ku azadî zêdetir nêz bûye, hîsên serfiraziyê hatine jiyîn, hêvî geş bûne û şer gur bûye. Konsepta îmhayê ya ku dijmin li ser Rêbertiya me û Tevgera me geş kirî, êrîşên dagirker ên li ser welatê me Kurdistanê, siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelê me ferz kirî, weke berdewama komploya navnetewî di nav salê de bi hişmendiya herî faşîst, bêsinc, paşverû êrîşak dom kiriye.

Vê konseptê daye ber xwe ku PKK’yeke bê Rêbertî, Kurdên bêyî PKK’ê ava bike, li ser hîmê polîtikayên hêza nerm, bi marjînalkirina PKK’ê û windakirina rêça îdolojîk-felsefîk hewl daye ku bi pergalê re entegre bike. Ji aliyê dî ve jî armanc bi sazkarkirina êrîşa giştî îmhakirina hêzên gerîla, bi temanî dagirkirina Kurdistanê û nasnekirina mafê jiyanê ya ji li ber ti Kurdê xwedî vîn e. Bi vê çarçoweyê hatiye tespîtkirin Şerê Cîhanê yê 3’an li Imraliyê tê rêvebirin, rojeva sereke ya civîna me bûye şikandina tecrîda li ser Rêbertî û hilweşandina faşîzmê, hemû nîqaşên me li ser raman û fesefeya Rêbetî pêk hatiye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e.

GIRINGIYA DÎROKÎ YA BERXWEDANA GARÊ

Dijmin, ê ku bi komploya navnetewî nekarî me ji Rêbertiya me dûr bixe, 10-14’ê Sibatê li dijî Garê operasyoneke taybet aniye, xwestiye ku komployê bide lezandin. Lê berxwedana gerîla ya li Garê xweziya dijmin di gewriya wê de hiştiye. Serfiraziya Siyanê ya li Garê, bûye berxwedaneke layiqî dîroka berxwedanê ya PKK’ê, li nav dijmin bi xwe re şikestinên siyasî û leşkerî anîne, kiriye ku Tevgera me rabe, ji bo hêzên gerîla, jinan û gelan bûe moralekî mezin. Ji ber vê jî Berxwedana Siyanê weke serfiraziyekê hatiye pênasekirin. Ev berxwedana dîrokî ne ku dijmin tenê têk biriye, baweriya gelan a li serfiraziyê, serkeftinê û gerîlatiyê geştir kiriye. Di gavê de azadî mîsoger kiriye. Hevalê me Şoreşeş Beytûşşebab û 14 hevalên me ku di fermandariya Şoreş Beytûşebbab de şehîd bûne bûne gewherê jiyanî yê rihê fedayî yê Apoyî. Yê ku li Garê li ber xwe dayî PKK ye, felsefe û îdeoloijya PKK’ê ye. Rêbertî ye, jin in. Berxwedana Garê, mînaka herî aktûel û xwerû ya serfirazbûna berxwedanê ye.

PERFORMANSA KU DIJIMIN XEYALA WÊ JÎ NEDIKIR

Piştî têkçûna Garê dijimn vê carê xwestiye ku konsepta îmha û dagirkirinê li Avaşîn, Zap û Metînayê geş bike, 23’yê Nîsanê ji bejahî û hewayî ve êrên dagirker ên berfireh sazkar kiriye. Encamên ku li Garê derketin holê û rihê berxwedanê, ji ber bû ku bû malê hêzên YJA Starê û avaniya me ya rêxistinê û ji ber ku ev giyanê fedayî pêl bi pêl berbelav bû, performanseke ku dijmin xeyala wê jî nedikir derxistiye holê û rihê fedayî yê Apoyî gihaştiye asta xwe ya herî bilind. Bîrdariyên lehengiyê yên PKK’ê hevrê Serhat Giravî û Rûken li Mamreşo, li Gire Sor hevrê Botan û Zinarî Welat, li Werxelê fermandarê fedayî yê leheng Cumalî û Çavrê, li Zendûra hevrê Rêber û Hejar bûne fermandarên pêşeng ên serdema nû.

SALA KU WÊREKÎ, FEDAYÎBÛN Û RÛMET HERÎ ZÊDE BÛYÎ

Di civînê de yek ji mijara dî ku hatiye gotûbêjkirin,helwesta jinê ya li ser îdîaya azadiyê, helwesta vîndar, gewherê welatparêzî, dilsoziya bi jiyanê re, ku di pêvajoyên dîrokî de derketine holê, weke xelekên berxwedanê yên ji Besêyan heta bi Zarîfe, Rindêxan, Bêrîtan, Azîme, Zîlan, Delal, Sosin, Çavrê, Diljîn, Nûjîn, Tolhildan û Verozan hatiye nirxandi û berxwedan îxanet têk birine û bûne navê serfiraziyê. Ev lehengên me yên dilêr û wêrek ku bi bawerî û azweriyeke xurt bi têkoşînê ve girêdayî ne, evîna li jiyana azad bi xwîna xwe di dilê hemû mirovahiyê de neqişandine. Sala 2021’an li Avaşîn, Zap, Zendura, Botan, Dêrsim, Şengal, Rojava ne tenê li dijî hêzên artêşa TC’ê, li dijî artêşên NATO’yê, bi çarçoweya hevkariya PDK-TC’ê li dijî hemû hêzen emperyalîst, paşverû, nîjatperest û faşîst li ber xwe dane. Ji vî alî ve, sala 2021’an ji hêla dîroka me ya têkoşînê ve, bûye saleke ku destan hatine nivîsîn, her kêliya wê bi azadî, serfiraziyê tije. Wêrekî, fedayîbûn û rûmet hatiye asta xwe ya herî bilind.

GERÎLATIYA SERDEMA NÛ Û DI TAKTÎKÊ DE KÛR BÛN

Serhatiyên sala 2021’an û destkeftî ev rastî careke dî çespandiye; hêzên me yên gerîla li ser hîmê perspektîfên serdema nû, li ser stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, modernîteya demokratîk, gerîlatiya jina azad de hûr bûye, di şerê tunelan de taktîkên nû daniye ber xwe, şêwaza tevgerê kûr kiriye, bi lêdanên bi derb û çalakiyên sansasyonel serfiraziyê bîne. Raza serkeftinê, li ser îdeolojiya rizgariya jinê û xeta partiyê kûrbûn, di gerîlatiyê de zîrekbûn û profesyonelbûn e. Di gerîlatiya serdema nû û taktîkê de pêşveçûn her demê wê me serkeftî bike.

BERXWEDANA BI AQIL Û XWEPARASTINA JINÊ

Civîna me bal kişandiye ser rewşa têdeyî ya pergala cîhanî ya berdest. Krîza pergalê ya modernîteya demokratîk herî pir jinê, sirûştê û civakê dike hedefa xwe. Polîtîkayên weke tecawiz, tacîz, tundi û komkujiyê ku parçeyên şerê taybet in û kirinên hişmendiya zilamseriya faşîst hema hema bêhn li jinê çikandiye. Li dijî vê, li dora Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê, jinê bi aqil û vîna xwe berevaniya xwe geş kiriye. Bi pêşengiya jinê xwedî li pêngaven, ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina civaka azad e’ xwedî derketine, li dijî aqilê faşîst ê zilêm, li dijî hişmendiya tecawizkar û êrîşkar li hemû qadên jiyanê berxwedanî çêbûye. Tecrûbeyên ku di berxwedana sala 2021’an de hatine bidestxistin, fermanadariya jinê û pêşengiya jinê derxistine holê, di serî de heval Şîlan Goyî, Nûjîn Êrs, Nûjîn Koçer, Nûda Sason, Sosin Bîrhat, Hîlal Goran, Hîra Gabar, Canda, Delîla û Sozdar Qamişlo weke fermandarên pêşeng ên serdemê derbasî dîrokê bûne. Berxwedanên ku di bi aqilê jinê û xweparastina wê de geş bûne, li dijî tecrîda mitleq a li ser Rêbertî û gel bûye xwedî bersiva herî bimane û karîger.

PEYWIRA YJA STARÊ EV E KU BERXWEDANÊ SERFIRAZ BIKE

Sala 2021’an çespandiye ku bi berxwedanî wê serfîrazî were. Sala 50’î ya partiya me wê bibe sala Newrozê û serfiraziyê. Peywira me ya YJA Starê ev e ku em vê berxwedanê sala 2022’an bigihînin serfiraziyê. Bi îdîaya ku bi teqezî pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya me û bicihanîna hêviya jiyanê ya jinan û jiyana azad a gelan, em soza dilsoziya xwe ya bi şehîdan re didin. Bi baweriya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û şoreşa jinê em hemû jinên berxwedêr û gelan silav dikin, em Konseya Biryargeha a YJA Starê dibêjin ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne, em ji her kesî re di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv