Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Cûdî: ‘Ji êşkencê re ne kokim be ji berxwedanê re jî ne kokim’

 

JI ÊŞKENCÊ RE NE KOKIM BE JI BERXWEDANÊ RE JÎ NE KOKIM
HÊLÎN CÛDÎ / POLÎTÎKA AZAD

Dewleta Tirk a qirker-faşîst, li Qamişlo dîsa êrişê wesayîta sivîlan kir. Yusif Gulo yê 82 salî û 2 neviyên wî qetil kirin. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere Tevgera Azadiya Kurd û malbata Gulo ku kedeke mezin daye Şoreşa Rojava û gelek şehîdên xwe hene, bi zanebûn û pîlan kir hedef. Bi vî rengî êrişek birin ser malbatên ku xizmetê ji şoreşa Kurdan re dikin.
(…)

Xizmên Yûsif Gulo yê 82 salî, Mazlûm û Muhammed Gulo ku li Qamişlo hatin qetilkirin jî, ji dewleta Tirk a qirker re gotin; hûn nikarin me biçewisînin, berdêl çi dibe bila bibe, ev têkoşîn wê dewam bike. Bi vî rengî helwêsteke welê nîşan dan ku ji bo gel û malbatên Kurd hemûyan bibe mînak. Bi dengekî berz gotin, ew ê layiqê Yûsif Gulo bin ew ê ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re dihat naskirin.
(…)

Têkoşîna azadiyê ya gelekî wiha, nikare were sekinandin. Gelê Kurd baş dizane ku heta berdêlan nede, nikare azadiya xwe bidest bixe. Ji ber vê sedemê ti êriş nikare vî gelî bitirsîne.
(…)

Berê li Kurdistanê yên ku dibûn 60 salî, li benda mirinê diman. Niha mirovê Kurd ê 70-80 salî weke ku nû çavên xwe li jiyanê vekiribe, bi evîna azadiyê, di têkoşînê de cihê xwe digire. Pîrên Kurdan, temenê xwe bi hêvî û xeyalên nû, bi mane dikin. Weke ewliyayên Kurdan, çarçoveya tekoşînê nîşanî gel didin. Ji ber ku dewleta Tirk a qirker-dagirker ev rastî dît, Yûsif Gulo yê 82 salî kir hedef.
(…)

Di salên 1980’yî de çîroka berxwedêriya pîrekî di zindana Amedê de tê gotin. Ev berxwedêrê pîr, gihiştibû salên xwe yên 70’yî. Li zindana Amedê serhildanek dest pê dike. Girtî li zindanan bi dirûşmeyan dest bi berxwedanê dikin. Yûzbaşiyê (serpelê) ku rayedarê zindanê ye, ji bo vî berxwedêrê pîr ê bi navê Xalê Abdulkadîr tê nasîn û dirûşmeyan didêje û li bereya pêş a berxwedanê ye, dibêje; kokim! Çi karê te di nav berxwedanê de heye? Berxwedêrê pîr jî dibêje; dema êşkence li min dikirin, ez ne kokim bûm, dema we dijûn li min dikirin ez ne kokim bûm. Îca dema ez li ber xwe didim, ez dibim kokim! Ez ciwan im ciwan! Bêguman ev helwesta wî, dihêle ku berxwedêr bêhtir bi biryar bin.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv