Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Divê Kurd axa xwe neterikînin’

 

DIVÊ KURD AXA XWE NETERIKÎNIN
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Gelo mirov dikare ji bûyerên li ser sînorê Polonya û Belarûsê re bibêje ‘drama mirovayetiyê’ yan jî ‘drama Kurdan’? Bêguman mirov nikare bibêje. Ji ber ku ne bi tenê dram lê qetlîamek jî heye.

Tê gotin ku kesên li ser sînorê Polonya û Belarûsê kom bûne û beşeke zêde ya kesên mirine Kurd in. Piraniya wan jî ji Başûrê Kurdistanê ne! Di reva wan de jî faşîzma AKP û MHP’ê dibe qasid.

Tê fêmkirin çima faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze Kurdan ji Kurdistanê derxe û wan li her dera dinyayê belav bike. Pergala kapîtalîst a global jî zext, zilm û mêtingeriya herî mezin li ser Kurdan dike. Vê pergalê Kurdistan kiriye çar parçe. Ev pergal bi her awayî piştgiriyê dide qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan.

Yek jê rola Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Heke rêveberiya Hewlêrê polîtîkaya rast bimeşîne, xwedî li gelê Kurd û ciwanên wê derkeve, nexwe ev kes wê dev ji Kurdistanê bernedin û nexwazin birevin Ewrûpayê. Nexwe rêveberiya PDK’ê ya Hewlêrê, berpirsa vê bûyerê û vê reva ji Kurdistanê ye.

Bi xurtnekirina demokrasiyê, bi zêdekirina zext û mêtingeriyê, bi pêkanîna talanê, bi mezinkirina xanedaniya Barzaniyan, mirovên din tî, birçî û hejar dihêlin. Ya duyemîn jî feraset û helwesta wan mirovan e ku ji dêvila li hemberî meyla antîdemokratîk a PDK’ê têbikoşin, dev ji Kurdistanê berdidin û direvin Ewropayê.

Eşkere ye ku ev feraset û helwesta jî şaş in. Ji ber ku reva ji Kurdistanê reva ji welatparêziyê ye, reva ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Bêguman ji aliyê welatparêziyê mirov nikare vî tiştî qebûl bike. Nexwe divê mirov welatparêziya Kurdan ji nû ve rast fêm bike û li her derê rast pêk bîne. Xeta welatparêziyê ya Rêber Apo divê li her derê li ser civakê were pêkanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv