Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Trajediya koçberên Kurd’

 

TRAJEDIYA KOÇBERÊN KURD!
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Pirsgirêka koçberan a li ber deriyê Yekitiya Ewropayê, bêyî jê re çareseriyek bê dîtin didome. Bi hezaran koçber bi hêviya ku derbasî Polonyayê bibin, li ser sînorê vî welatî ji aliyê eskeran ve hatine sekinandin.
(…)

Koçberên ku piraniya wan ji kurdên başûrê Kurdistanê ne, li daristanên ku dişibin kampên ser vekirî dimînin.
Di vê rêwîtiya bi êş de haya niha herî kêm 3 kesên ji Başûr ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Polonyayê jî 7 cenaze li rex sînor dîtin.
(…)

Li gorî ajansên navneteweyî di veguhestîna mirovan de Tirkiye, Qeter, Belarûsya û rêvebiriya PDK’ê xwedî rol in. Bi taybet konsolxaneya Belarûsya ya Bexdayê ji ber dayîna vîzeyan tên tewanbarkirin. Dewleta tirk û Qeter jî bi rêya şîrketên xwe yên balafiran di nav vê tora qirêj de ne.

Di vê mijarê de rojnameya Bild a almanî bi analîzekî bal kişandibû ser rola Tirkiyêyê ya di vê trejediyê de. Rojname radigihîne ku dewleta tirk, Qatar û Rûsya ji balafirgehên Moskow, Stenbol, Antalya, Hewlêr û Şamê kurdan dibin paytexta Belarûsyayê Mînskê.

Der barê mijara li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û rêvebiriya PDK’ê de jî tê sekinandin. Piraniya koçberan ji ber zextên PDK’ê reviyane. Bi van zextan ve girêdayî bêîstiqrarî, bêedalatî û xizaniya li herêmê wek sedem tên nîşandin… Lê tevî vê trajediya ku li ber çavên cîhanê rû dide, PDK hîn jî ker û lal e.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê yê li Polonyayê Ziyad Raûf li ser mijarê ji Dengê Amarîkayê re axivî û têkildarî vê trajediya heyî agahiyên balkêş parve kirin. Li gorî agahiyên Raûf dayî penaberên derbasî Polonyayê bûne di îfadeya xwe de dibêjin, “Ez rojnameger im. Heger li Kurdistanê bimînim, dê min bigirin, îşkenceyê li min bikin.” Hin ji wan ciwanan jî gotiye, “PDK dixwaze bi zorê me bişîne şerê li dijî PKK’ê.”

Bêguman ev lixwemikurhatin ne tiştekî ji rêzê ye. Ev di heman demê de hevkariya dewleta tirk a bi rêvebiriya PDK’ê re jî radixe ber çavan. Lewma di koçberkirina van kesan de û trajediya ku li ser sînorê Polonya û Belarûsê tê jiyîn, rola PDK’ê jî ne kêm e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv