Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêjar Zozan: Artêşa tirk li cihê eskerên xwe cerdevan û çete bi cih kirin 06.12.2020

 

CENGA HEFTANÎNÊ
HÊJAR ZOZAN: ARTÊŞA TIRK LI CIHÊ ESKERÊN XWE CERDEVAN Û ÇETE BI CIH KIRIN

Li Heftanînê Cenga gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê didome.

Yek ji fermandarên YJA-Starê li Heftanînê Hêjar Zozan derheqê Cenga Heftanînê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANFê re axivî.

Hêjar Zozan diyar kir, ku artêşa Tirk li ser her girê ku xwest dagir bike, ji gerîlayan derb xwar û wiha got:

Hewl dide cihê xwe saxlem bike.

Piştî ku artêşa Tirk derbên giran xwarin, eskerên xwe vekişandin, cerdevan û çeteyên xwe dan pêş.

Fermandara gerîla da zanîn, ku hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Heftanînê neçûne serî û got, ji ber vê yekê serî li rê û rêbazên cûda da.

Weke mînak, hin caran bi belavkirina agahiya “wê operasyon çêbibe” hewl da livûtevgera gerîla asteng bike.

Lê ji vê rêbaza xwe jî encam negirt.

Hêjar Zozan diyar kir, ku ew hêza xwe ji hevalên xwe yên pêşengiya cengê kirine digirin û got, bi pêşengiya şehîdan, li girên Şehîd Kendal, qadên Bektorya, Qesrokê û Xantûrê dijmin derbên giran xwarin.

Hevalên me yên şehîd bersiveke çawa dabin, emê jî wê bersivê bidin dijmin.

Divê em ji bo hilanîna tola wan, çalakiyên xwe mezin bikin.

Fermandara gerîla bal kişand têkoşîna gerîla ya li Heftanînê û got, ruhê berxwedanê yê Heftanînê divê li her devera Kurdistanê û derveyî wê zindî be.

Her kes bi pêngava KCK-KJK’ê ya “Dem Dema Azadiyê ye” rabe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv