HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ:
3 ESKER, ÇETEYEK HATIN KUŞTIN Û 4 ESKER, 4 ÇETE JÎ BIRÎNDAR BÛN
Hêzên Rizgariya Efrînê 3’yê Kanûnê derbeke giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dabûn.
Bi daxuyaniyekê encamên vê çalakiyê hatin eşkerekirin:
Li gorî daxuyaniyê:
Di saetên serê sibê de, hêzên me li herêma Efrînê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li darxistin.
Di encama vê çalakiyê de 3 esker hatin kuştin û 4 esker jî birîndar bûn.
Hêzên me dest danîn ser sîlehek MPT-76, rextê wê, termalek, bêtêlek û telefoneke destan.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin, ku Hêzên Rizgariya Efrînê 4’ê Kanûnê jî li dijî komên çete çalakiyek kirine.
Agahî wiha ne:
Hêzên me li herêma Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li darxistin.
Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo hilanîna tola komkiya Til Rifatê û kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser xelkê Efrînê, ev çalakî li darxistine.