Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cerdevanê li Bakur, li Başûr dibe ‘pêşmerge’ 06.12.2020

 

HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û PDK’Ê
CERDEVANÊ LI BAKUR, LI BAŞÛR DIBE “PÊŞMERGE”

Gelek kesên ji navçeya Elkê ya Şirnexê û navçeya Çelê ya Colemêrgê ku cerdevanên dewleta tirk in, ev 6 mehin li başûrê Kurdistanê ne.

Derket holê, ku PDK bi navê “pêşmergetiyê” meaş dide van cerdevanan.

Li gorî çavkaniyên herêmî radigihînin, nêzî 300 kesên li bakûrê Kurdistanê bi cerdevaniyê radibin û bi dewleta tirk re di nav her cûre hevkariyê de ne, li başûrê Kurdistanê jî bi PDK’ê re kar dikin.

Heman çavkanî radigihînin ku ev kes di çarçoveya lihevkirina di navbera PDK û dewleta tirk de, li başûrê Kurdistanê bi nasnameya peşmergetiyê tevdigerin û bi dewleta tirk re kar dikin.

Dewleta tirk van kesan di êrişên li dijî qadên gerîla de bi kar tîne.

Di meha borî de PDK’ê hêzeke zêde ber bi qadên gerîla, yên li herêma Garê ve şandibûn.

Derket holê di nava vê hêzê de ev cerdevan jî hene.

Ev kes li bakurê Kurdistanê meaşê cerdevantiyê, li başûrê Kurditanê jî meaşê pêşmergetiyê ji PDK’ê digirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv