LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
XELKÊ ŞENGALÊ LI BER NAVENDA ASAYÎŞA ÊZIDXANÊ YE
Ev 4 roj in, xelkê Şengalê li ber Navenda Asayîşa Şengalê bi çalakiya konê li dijî peymana dewleta Tirk, PDK û Hukûmeta Iraqê nobetê digire.
Çalakî bi dirûşmeya “em hemû endamên asayîşê ne” pêk tê û wê hefteyekê bidome.
Xelkê Xanesorê û Serdeştê çalakiya îro dewr girt.
Her wiha ji navend, navçe, bajarok, komelgeh û gundewarên Şengalê rojane gelek kes serdana konê çalakiyê dikin.
LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
XELKÊ ŞENGALÊ SIBE JÎ JI BO DAXWAZÊN XWE DIMEŞE
Li aliyê din sibe jî wê Şengalê ji bo daxwazên xwe li qadan bin.
Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, wê sibe li Navenda Şengalê meşeke girseyî were lidarxistin.
Meş wê saet 10’an dest pê bike.
Xelkê Şengalê wê careke din daxwazên xwe pêşkêşî hukûmeta Iraqê û raya giştî bike.