Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêja Zerya: ‘Mîlîtaniya jinê di 8’ê Adaran de bûye civakî’

 

MÎLÎTANIYA JINÊ DI 8’Ê ADARAN DE BÛYE CIVAKÎ
HÊJA ZERYA / NEWAYA JIN

Dema Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an îdeolojiya azadiyê ya li ser bingehê jinê ragihand, rêheval Sema bi kûrbûn û derketineke mezin bersiv dabû. Digot; “ez ê piştrsat bikim ku jin jî dikare bibe rêheval.” Îşaret bi astengiyên li pêşiya azadiyê dikir.

Rêgezên Îdeolojiya Azadiya Jinê yên wekî welatparêzî, fikir û îradeya azad, xwerêxistinkirin, têkoşîn û estetîk bi jiyana rêheval Sema re bûbûn yek. Ji ber wê yekê bi lez bi wan re bû yek, xwe afirand û gihîşt asta xwebûnê. Ew mîlîtaneke mezin bu ku bi jiyan û têkoşîna xwe di afirandina hêza fikra jinê ya azad de gihîştibû asta kesayetiyeke evînê ya estetîzekirî.

Bandora Tevgera Azadiya Jinê û milîtaniya wê di kûrbûna berxwedana ku wate daye 8’ê Adarê, keda jinan, hişmendiya zayendî, hezkirin û birêxistinkirina jinan, ked û têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de gelek mezin bûye.

8’ê Adarê bi têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi vîn û kesayeta jina Kurd a azad bû xwedî wateyên nû. Di afirandin û polîtîkkirina prensîba etîk-estetîkê ya li ser xeta jinê û di çareseriya pirsgirêkên jiyanî de hişmendiya zayendî, hezkirin û têkoşînê roleke mezin lîstiye. 8’ê Adarê bi milîtaniya jina azad û têkoşîna jinên Kurdistanê, ji rewşa xwe ya bêdeng derket û bûye roja sembolîzekirina milîtaniya radîkal a aktîf. Mîlîtaniya jinê asta milîtaniya civakîbûyînê, rêbertî û rêxistinbûyînê derxistiye holê.

Îro nebûna rêxistinên xweser ên jinan, biryara mêr a di derbarê jinê de, pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev a hevjiyana azad misoger nake, pîvaneke redkirina civakî ye. Ev tinehesibandin sedema hebûn û têkoşînê ye. Gavnezavêtina her qadên jiyanî yên nebirêxistinkirî/bêparastin, helwesteke rêgezî ya jin/civakîbûnê ye. Tu wateya têkiliyeke ku bi rêgezên azadiyê û parastinê ve nehatiye mîsogerkirin tineye û nayê qebûlkirin. Dubarekirina kevneşopiya klasîk e, ku dawiya wê mirin û koletî ye.

Ji ber vê yekê girînge ku em 8’ê Adarê bi hişyariya Clara Zetkin, kûrbûn, hişmendiya ked û sosyalîzma wê; birêxistinbûna Sema Yuce, etîk û setetîka wê, hişmendî û têkoşîna welatparêziyê, mutevazîtiya Îlam Kobanê, lêgerîna zilamiya azad û çanda dayîkê û girêdana bi soza civakîbûnê pêşwazî bikin.

Meznahiya rûhevaltiya jinê pîvana meznahiya civakîbûnê ye. 8’ên Adarê rojên herî bi rûmet, kêliyên azadiyê û hemû demên vê banga mezinbûnê ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv