Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyasetmedara Swîsrî Franzîska Stier: ‘Qedexeya li ser PKK’ê hem şaş hem jî neheq e’

 

SIYASETMEDARA SWÎSRÎ FRANZÎSKA STIER:
QEDEXEYA LI SER PKK’Ê HEM ŞAŞ HEM JÎ NEHEQ E

Înîsiyatîfa Navnetewî ya Edalet ji bo Kurdan kampanyaya xwe ya ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxisitn didomîne.

Kampanya serê 3 mehan e bi piştevaniyeke mezin a ji çar aliyê cîhanê di rojevê de ye.

Sekretera Giştî ya Partiya BastA ya Swîsreyê Franzîska Stîer jî destek da kampanyayê.

Siyasetmedara ji Baselê Stîer bi awayekî eşkere piştevaniya xwe ya ji bo PKK’ê jî destnîşan kir û got:

Li dijî şer û kaosa li Rojhilata Navîn PKK bi salan e têkoşîna aştî û demokrasiyê bi pêş dixe.

Heke dewletên PKK xistiye lîsteya terorê di îdiaya xwe ya avakirina aştî û aramiya li Rojhilata Navîn de samîmî ne, hingê divê bi helwestên cuda nêzî aliyan nebin.

Mayina PKK’ê di nav lîsteya terorê de hem neheqî hem jî şaşî ye.

Divê di pênaseya terorê ya Ewrûpayê de PKK nebe.

Stîer bal kişand ser siyaseta li dijî PKK’ê jî û wiha axivî:

Dewleta Tirk ji ber ku endama NATO’yê ye, sûcên wê yên li dijî kurdan û mirovahiyê nayên dîtin.

Divê teqez dewletên ewrûpî çekan nefiroşin dewleta Tirk.

Ji ber ku halê hazir Kurd dibin qurbanên berjewendiyên aborî û bazirganiya çekan.

Siyasetmedara swîsrî îşaret bi durûtiya siyaseta ewrûpî kir û Komkujiya Parîsê weke mînaka vê siyasetê nîşan da:

Dêhna xwe bidinê, dewleta Fransayê ji bo qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û leyla Şaylemez were ronîkirin ti tiştek nekir.

Lê heke em li Rojhilata Navîn dixwazin aştî û aramî werin tesîskirin divê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv