Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gîvara Şêxnûr: ‘Destwerdana Rûsya ji Ukraynayê re û bandorên wê li Rojhilata Navîn’

 

DESTWERDANA RÛSYA JI UKRAYNAYÊ RE Û BANDORÊN WÊ LI ROJHILATA NAVÎN
GÎVARA ŞÊXNÛR / ANHA

Gelek pispor û çavdêrên rewşa herêmê destnîşan kir ku destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê nîşaneya guhertina nexşeya hêzên cîhanê ye ku dê bandor li gelek dosyayên girêk bike, bi taybet jî yên herêma Rojhilata Navîn û ewlehiya xwarinê…

Serokê Rûsyayê Valdimir Pûtîn siyaseta xwe ya fişarê li ser Ukraynayê didomîne, da ku Kievê neçarî teslîmiyetê bike û siyaseta xwe biguherîne û vegere hemêza wî. Ev yek dê bandorê li cîhanê û Rojhilata Navîn jî bike.

Di gelek analîzan de tê gotin ku kontrolkirina Rûsyayê ya li Ukraynayê, dê pîvana hêzên cîhanî û pergala cîhanî ya heyî biguherîne ku Washington wê kontrol dike. Wê demê divê cîhan, dewletên rojavayî û erebî siyasetên xwe li gorî vê guhertinê bikin.

Sûriye wek hêzeke herêmî ya bibandor derket qada navneteweyî û êdî guhertinên cîhanê bandor lê kir.

Hat xuyakirin ku Rûsya li Sûriyê xwedî dîplomatiyeke zîrek e. Rojava neçar kir ku mudaxeleya wê di Sûriyê de qebûl bike. Dewriyeyên hevbeş bi Tirkiyê re ku endamê NATO’yê ye û desteka çeteyên Sûriyê dike lidar bixe. Her wiha bi Îsraîlê re gelek peyman îmze kirin ku derfetê dide Îsraîlê nuqteyên Îranê yên li Sûriyê bike hedef.

Ji bo bi DYA’yê re nekeve nava şer xetekê ava kir, da ku li qada hewayî ya Sûriyê qeza di navbera balafirên şer ên Amerîka û Rûsyayê de çênebin.

Xuya ye tevgera leşkerî ya Rûsya li Ûkraynayê bandoreke kûr li Sûriyê dike. Di serî de pêvajoya siyasî ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî dibe ku niha derbeke giran xwaribe.

Heke Rûsya bi rêya destwerdana xwe ya li ser Ukraynayê bi ser keve, hikumeta Şamê dê pê bihese ku ew bi ser ketiye. Ev yek dê derfetê bide hikumeta Şamê ku bi Îranê re gelek herêmên di bin kontrola Cebhet Tehrîr El-Şam de ji nû ve kontrol bike…

Heke destwerdana Rûsya li Ukraynayê dirêj bike, Îran li Sûriyê dê sûdwarê yekemîn be. Moskow dê bi Ukraynayê re mijûl bibe û qadê ji Îranê re bihêle. Ev yek dê derfetê bide Îranê ku hinekî tevger bike…

Destwerdana li Ukraynayê dê bandor li Enqereyê jî bike. Di siyaseta derve ya Tirkiyê de nezelaliyek heye. Li aliyekê beşek ji NATO û hevalbendê Ukraynayê ye, li aliyê din têkiliyên wê bi Moskow re baş in. Ev yek dê bandor li siyaseta Enqerê ya li Sûriyê bike.

Tevgera Rûsyayê helwesta Tirkiyê kir girêk ku NATO jê ne razî ye.

Dewleta Tirk mecbûr e helwesta xwe nîşan bide ku li aliyê kê ye. Di her du rewşan de jî Tirkiye di rewşeke dijwar de ye… Tirkiyê li gel rewşa aborî ya binkeftî û siyasetên xwe yên derve yên wêranker, nikare bi pirsgirêkeke din re rû bi rû bimîne. Ji ber ku dê bandor li hilbijartinên 2023’iyan bike…

Derdora nîvê hinardeyên genim li Rojhilata Navîn ji Rûsya û Ukraynayê tê. Destwerdana Rûsyayê dê bandor li vê yekê bike. Dê madeyên xwarinê biha bibin. Dê zirarê bigihîne piraniya malbatan li cîhanê…

Ev yek dê bandor li dewletên mîna Misir, Yemen, Lîbya, Lubnan û gelek welatên din bike ku xwarinê ji derve tînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv