Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berfîn Demir: ‘Jin mertala li dijî bişaftinê ye’

 

JIN MERTALA LI DIJÎ BIŞAFTINÊ YE
BERFÎN DEMÎR / NEWAYA JIN

Her neteweyek bi ziman, çand û hunera xwe tê nasîn. Ji ber ku netewa Kurd di dîrokê de erdnîgariya lê jiyaye neguheriye, xwe gihandiye asta pêşketineke mezin û ji bo mirovahiyê jî bingeheke qewîm ava kiriye. Lê ev hiştiye ku di her demên dîrokê de jî bi êrişên dagirkeran re rû bi rû bimîne. Gelê Kurd bi qasî ku ji bo axa xwe têkoşîn daye, ewqas jî ji bo çand, huner û zimanê xwe têkoşiyaye.

Her weha bi vê têkoşînê çand û hunera Kurdî xwe gihandiye asteke bilind. Gelê Kurd, tevî ewqas qirkirin û asîmilasyonên dewletên nîjaperest jî ti carî ev ziman, çand û hunera xwe ya resen winda nekiriye… Di encama vê de hebûna xwe jî misoger kiriye. Ji ber vê yekê tevî van êrîşên dijwar em îro jî dikarin berhemên dengbêjî, çîrok û mîtolojiya Kurdî bibînin…

Di çanda Kurd de yek ji xala herî girîng ku rol lîstiye jî dengbêjî ye… Di çanda dengbêjiyê de jî diyar dibe ku jin çawa ji bo ziman, çand û hunera Kurdî bûye çavkaniyek. Di afirandin û dewlemendiya dengbêjiyê de jin xwedî misyonek mezin e, lê mixabin herî zêde mêr derketiye pêş. Tevî ku jin ev berhem afirandine, yê ku dibêje mêr e.

Weke berê, îro jî jin bi hêzbûna xwe ji bo xwedîderketin û pêşxistina çanda Kurd dibe stûneke mezin. Eger jin xwe perwerde bike, bi rêxisin bibe û li pey şopa azadiyê bimeşe, bi pêşketina jinê wê civak jî biguhere. Bê guman weke her qadê jiyanê ev pêşketin wê li ser çandê jî bandoreke mezin bike. Ji sînemayê bigire, heta şano û muzîkê, ji wêje heta wênesaziyê di her aliyê huner de wê berhemên hêja werin afirandin…

Huner û çanda netewekî li ser hîmê ziman pêş dikeve û ziman jî girêdayî jinê ye. Eger em dibêjin asta pêşketin û azadiya jinê asta civakê diyar dike, bêguman ev berî herî tiştî ji bo ziman derbasdare. Ziman hebûna gelekî ye û ziman herî zêde bi keda jinê di civakê de mayînde dibe.

Lewma eger dewletek bixwaze li ser gelekî dagirkeriyê bi meşîne, di serî de bi dijwarî êrîşî ziman û jinê dike. Bi vê yekê dixwaze hemû nirxên netewekî têk bibe. Ji ber ku bişaftina herî mezin di têkçûna zanîstî, rûh û derûniyê de pêk tê. Lê belê jina Kurd her tim bi têkoşîna xwe, zanistî û rêxistinbûna xwe li dijî vê asimilasyonê li ber xwe daye… Lê ji aliyê din ve pergala serdest ya mêr, ji bo pêşî li vê bigire di nav hewldanan de ye. Jin li hemberî van polîtîkayên qirêj û asîmîlasyonê li ber xwe dide, serî natewîne û rêya çareseriyê ava dike…

Jina Kurd weke têkoşîna azadiyê, divê di çand û hunerê de jî misyona xwe ya pêşengiyê bi awayekî xurt pêk bîne. Eger jin xwe pêş bixe, biafirene û parve bike wê encamên vê di her aliyên jiyanê de xwe bide der.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv