“JI BO HERKESÎ EDALET”
HDP ÎRO KAMPANYAYÊ DIDE DESTPÊKIRIN
Partiya Demokratîk a Gelan HDP, amadekariyên xwe yên kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bi dawî kirin.
HDP, wê 8’ê Sibatê li Enqerê, starta kampanyayê bide.
Hevserokên Giştî yên partiyê, wê metna deklarasyona kampanyayê ji raya giştî re ragihînin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Alîcan Onlu, diyar kir ku ev kampanya, dewama “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” e.
Alçan Onlu destnîşan kir ku sedemê hemû pirsgirêkan, bê edaletiya heyî ye û got;
“Kurd, Elewî, jin, xweza û 90 ji sedî yê civakê, vê bê edaletiyê dijî. Êdî dema pêşxistina edaletê hatiye. Ji ber vê em dibêjin; ‘Ji Bo Her Kesî Edalet.’ Sala 2021’an wê di heman demê de, bibe sala avakirina edaletê.”
BERDEVKA KOMÎSYONA HIQÛQÊ YA HDP’Ê ZULEYHA GULUM:
ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê NÎŞANEYA BÊÇARETIYA AKP-MHP’Ê YE
Li aliyê din Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, êriş û tevgera qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê nirxandin.
Zuleyha Gulum, bibîr xist ku bi tevgera qirkirina siyasî re li 48 şaredariyan qeyûm hatine erkdar kirin.
Bi hezaran endam û rêveberên partiyê jî hatine girtin.
Ev êrîşên li ser HDP’ê, nîşaneya bêçaretiya AKP’ê ye.
Zuleyha Gulum anî ziman ku wekî HDP, rasterast pêwendiyê bi pirsgirêkên gel re datînin û çareseriyê dibînin.
HDP li cem hemû bindestan, jinan, penaberan e û ji bo siyaseteke demokratîk tevdiger e.
Wê ev bawerî û helwesta me ya bihêz bidome.