LI WANÊ ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK
JI BER ÊRÎŞA ESKERAN CIWANEK BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ
Artêşa Tirk a dagirker li Wanê ciwanê bi navê Mehmet Alî Nametogûllari gulebaran kir.
Di encama gulebaranê de Mehmet Alî Nametogullari bi giranî birîndar bû.
Êrîş li Wanê, li herêma Gola Erçek a di navbera Rêya Hevrîşm û navçeya Qelqeliyê de çêbû.
Eskeran gule li Mehmet Alî Nametogûllari yê 20 salî reşand.
Di gulebaranê de Mehmet Alî Nametogullari bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Wanê.
Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker li herêma Omeriya ya di navbera navçeyên Artûklû, Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de dest bi tevgerê kir.
Walîtiya tirk a Mêrdînê, heya demeke ne diyar li bejahiya van navçeyan qedexeya derketina derve ragihand.